Emar Hekîm: Axa Iraqê biterikînin
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Hevgiriya Neteweyî ya Şîa, ku li Iraqê tevgera herî bi bandor a siyasî ye, xwest ku dewleta Tirk ji Iraqê derbikeve. Serokê Hevgiriyê Emar Hekîm got ku Tirkiye hedê xwe derbas dike.
Bertekên li hemberî hebûna leşkerên Tirk li ser axa Iraqê zêde dibin. Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê Hevgiriya Neteweyî ya Şîa bertekek tund nîşanî rikdariya Erdogan û rêveberên dewleta Tirk a dibêjin ew ê leşkerên xwe li Başîka û Başûrê Kurdistanê bihêlin da.
Serokê Hevgiriyê Emar Hekîm bi daxuyaniyekê xwest ku dewleta Tirk ji nav axa Iraqê derbikeve. Hekîm di axaftina xwe de bang li dewleta Tirk kir û wiha got: "Axa Iraqê biterikînin. Berxwedana iraqiyan neceribînin. Dewleta Tirk divê hedê xwe bizanibe. Tenê iraqî dikarin di azadkirina Mûsilê de cih bigirin û Hikûmeta Iraqê dê biryarê bide ku dê kî tevlî şerê rizgarkirinê bibe."
(mb)