DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'13 saniye dîmen çi bû?'

 
14 Cotmeh
15:21 2016

AMED (DÎHA) - Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, diyar kir ku wekî di dosyaya Dîlek Dogan de, di qetilkirina dîmenên Tahîr Elçî de jî îhtimala qutkirinê heye û wiha got: "Em dixwazin bizanin ku di qeydan de dîmenên 13 saniye hatiye qutkirin an na."

Endamên Baroya Amedê ji bo ku kiryarên Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê ku di 28'ê Mijdara 2015'an de hate qetilikirin bê dîtin û lêpirsînekî bi bandor bê kirin li ber Edliyeya Amedê çalakiya heftane pêk anîn. Di çalakiyê de pankarta " Em te ji bîr nakin" a li ser wêneyê Elçî heye hate vekirin. Di çalakiyê de Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen axivî û anî ziman ku ligel ku 10 meh derbas bûye jî di dosyaya lêpirsînê de tu kes nehatiye girtin û wiha got: "Di cînayeta Elçî de lêpirsînekî bi bandor nehat meşandin."


Ozmen bi bîr xist ku li Stenbolê di dosyaya Dîlek Dogan a ku ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin de dîmenên cînayetê ji aliyê polîsan ve hatine qetilkirin û wiha berdewam kir: "Di dîmenên postexaneya kola Yenîkapiya ya Sûrê ya meha adarê de 17 deqîqe di dîmenên şaxa ewlehiyê de jî 13 saniyê dîmen hatine qutkirin. Me ev bi raya giştî re parve kir. Serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da û xwest ku dîmenên xam ên hard diskan bên tespîtkirin. Lê dozgeriyê tiştek nekir. Wekî di dosyaya Dîlek Dogan de îhtimala jêbirina cîneyeta Elçî jî heye. Bi taybetî em dixwazin bizanibin ew 13 saniye dîmen hatine jê birin yan na. Em ji vir ji dozger daxwaz dikin."

Ozman bilêv kir ku ew wekî rêveberiya baroyê ya nû hatiye hilbijartin ji bo cînayeta Elçî bê ronîkirin çi ji destê me em ê bikin. Ozman got ku ew ê mîrateya Elçî xurtir bikin, ew ê ji bo vê yekê têbikoşin.

Piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk hat.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN