DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Bi sedan kes di nimêja înê ya sivîl de ref girtin

 
14 Cotmeh
14:11 2016

AMED (DÎHA) - Li Amedê bi sedan welatî neçûn mizgeftên ku propagandaya AKP’ê lê tê kirin û ji bo Nimêja Înê ya Sivîl rêz girtin. Di nimêjê de operasyon hatin şermezarkirin.

Wek her hefteyê bi sedan welatî bi pêşengiya Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) li dijî propagandaya AKP’ê ya li mizgeftan ji bo Nimêja Înê ya Sivîl li Parka Orman a navçeya Peyasa Amedê hatin gel hev. Welatiyên ku tevlî Nimêja Înê bûn, secade û xalîçeyan xwe bi xwe re anîn li erdê raxistin û guh dan xutbeyê. Endamê DÎAY-DER’ê Mele Abdulbarî Tiryakî bi kurdî weaz da û ji Qurana Kerîm ayet xwend.

Xutbe jî ji aliyê Mele Mehmed Emînoglu ve hat xwendin. Piştî xutbeyê bi sedan kes dest bi nimêjê kirin. Gelek polîsan jî bi maşînên zirxî wekî her hefteyî dor li welatiyan girtin û dîmenên nimêjê kişandin.

Welatiyên ku tevlî nimêjê bûn duayên ji bo aşitiyê kirin. Di nimêjê de êrîşên li dijî kurdan û operasyonên qirkirina siyasî hatin şermezarkirin û bang li hikûmetê hat kirin ku şer bide rawestandin.

Piştî xutbeya kurdî hat xwendin bi sedan welatî li pey meleyê xwe rêz girt û nimêja xwe kir.

(rd-ra/bg)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN