Li Antalyayê êrîşa bi roket
ANTALYA (DÎHA) - Li hemberî Stargeha Balikçi ya li ser riya Antalya-Kemerê êrîşa bi roket pêk hat.
Li hemberî Stargeha Balikçi ya li ser riya Antalya-Kemerê êrîşa bi roket pêk hat. Hat diyarkirin ku roketek li dikarna fîrmanaya balikçi ketiye û gelek ambulans ber bi cihê bûyerê ve hatine sewqkirin. Dema polîs hatine cihê bûyerê teqînek din pêk hat. Ne hat zanîn ku di êrîşê de zirara mal û can heye yan na.
Di 24'ê Tebaxê de li ser riya Kemerê dema wesayîta cendirmayan derbas dibû, bombeya ku berê hatibû bi cihkirin teqiya û di teqînê de 2 leşker bi giranî birîndar bibûn.
(mb)