DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Jinên girtî li dijî şîdeta zayendî hucreyên xwe dan ber agir

14 Cotmeh
11:45 2016

STENBOL (DÎHA) - Jinên girtî yên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 9 a Sîlîvriyê dimînin ji bo şîdeta zayendî ya gardiyanên zilam şermezar bikin hucreyên xwe dan ber agir.

Jinên girtî yên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 9 a Sîlîvriyê dimînin ji bo şîdeta zayendî ya gardiyanên zilam şermezar bikin hucreyên xwe dan ber agir. Buroya Gel a Hiqûqê di hesaba xw eya Twîtterê de ev agahî parvekirin: "Jinên girtî yên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 9 a Sîlîvriyê dimînin ji bo şîdeta zayendî ya gardiyanên zilam şermezar bikin hinek jinan hucreyên xwe dane ber agir."

Parêzera Buroya Gel a Hiqûqê Ebru Tîmtîk, diyar kir ku jinek girtî serê sibê bi riya telegfonê bi malbata xwe re axiviyû ji malbatê re gotiye "Ji bo em îşkenceya gardiyanan şermezar bikin me hucreyên xwe dane ber agir û niha îşkence didome." Tîmtîk da zanîn ku jina girtî gotiye "îşkence didome" û telefon hatiye qutkirin.

Tê payîn ku dê Buroya Gel a Hiqûqê derbarê mijarê de daxuyaniyek berfireh bide.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN