Li Şemzînanê teqîn pêk hat
COLEMÊRG (DÎHA) - Li nêzîkî Qereqola Garê ya Şemzînanê dema derbasbûna maşîneyê zirxî yên leşkerî teqîn pêk hat û di teqînê de gelek leşker birîndar bûn.
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê li nêzî Qereqola Garê dema derbasbûna maşîneyê zirxî yên leşkeran dibirin operasyonê teqînek dijwar pêk hat. Piştî teqînê gelek ambûlans çûn cihê bûyerê. Li gorî daneyên destpêkê di teqînê de herî kêm 4 leşker birîndar bûne û leşkerên birîndar bi helîkopter û ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrg û nexweşxaneyên leşkerî.
Çavkaniyên herêmî jî derbarê teqînê de agahî dan û ragihandin ku piştî teqînê maşîneyê zirxî têk çûye û leşkerên mirî jî hene.
Hat zanîn ku li herêmê operasyonek berbireh a leşkerî hatiye destpêkirin.
(gka/mb)