Ji geveriyan banga piştevaniyê
COLEMÊRG (DÎHA)- Welatiyên ku li Geverê malên wan ji aliyê hêzên dewletê ve hatin xirakirin ji ber ku ziviztan a 7 mehan didome tê bi fikar in. Welatiyên ku ji ber malzeme kêm in nekarîn malên xwe bi temamî çêbikin, banga piştevaniyê kirin.
Welatiyên Gevera Colemêrgê ku di dema berxwedana xwerêveberiyê de malên wan ji aliyê hêzên dewletê ve hatin xirakirin û hilweşandin li aliyekî malên xwe înşa dikin li aliyê din jî ji ber nêzîkbûna zivistana ku 7 mehan berdewam dike bi fikar in. Li navçeya ku bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Rojava ve bi awayeke kolektîf xebatên înşayê didomînin ji bo ku di mehên zivistanê de zêdetir mexdûr nebin pêwîstî bi brîket, çîmento, sac û malzemeyên înşaetê hene.
Pêşengên înşayê jin in
Taên Gungor û Cumhuriyet ên ku piranî hatin xirakirin û hilweşandin zêdetirî 100 mal bi awayekî kolektîf hatin înşakirin. Li navçeyê xebatên înşayê piranî jin pêk tînin û pêşengiyê dikin li aliyê din jî ji bo zivistanê amadekarî didome. Malên ku ji bo zivistanê tên çêkirin, banên wan ji bo zivistanê tê xurtkirin, ji bo înşeatê kereste û texte jî jin tînin, her wiha torbeyên axê jî derdixin li ser banên xaniyan. Li aliyê din li bajar ji bo zivistanê dar jî tên komkirin.
'Texte û sac kêm in'
Suleyman Akin ê mala xwe ya li taxa Gungorê bi keçên xwe re înşa dike diyar kir ku ji ber ku texte û sac kêm in nikare banê malê bi hefteyan e bigire. Akin banga piştevaniyê kir û wiha got: "Zivistan tê ez hê jî bi zarokên xwe ve li aşê ard dijîm. Bi mehan e min nekarî banê mala xwe çêkim. Em hewl didin ku bi malzemeyên ku me aniye ve çêkin. Wekî ku hûn jî dibînin em bi keçên xwe ve çêdikin. Malzeme kêm in, ew jî bên em ê bi îzna xwedî mala xwe çêkin."
Gulser Sevîn a ku li taxa Cumhuriyetê mala xwe bi zarokên xwe ve helw dide çêbike jî diyar kir ku tu hêviya wê ji dewletê nîne û banga piştevaniyê li gelê kurd û dostên kurdan kir. Sevîn wiha axivî: "Heke gelê me alîkariyê nede me em nikarin vî karê biqedînin. Min bi zarokên xwe re mala xwe çêkir. Lê em çiqas hewl bidin kêmasiyan ji holê rakin jî naqedin. Em ji kesekî tiştekî naxwazin têne pêwîstiya me bi piştevaniya gelê me heye. Pediviyên me yên bingehîn malzemeyên înşeatê û dar in."
(sa)