Geliyê Zîlan warê şîfayê ye
WAN (DÎHA) - Li navçeya Erdîşa Wanê Geliyê Zîlan ji ber cureyên nebat û gihayên dewlemend û germavên li ser sînga wê wekî warê şîfaya xwezayî tê zanîn. Ji ber van germavên ku ji gelek nexweşiyan re dibe derban gelek welatî tên li vir derman dibin.
Geliyê Zilan ya li navçeya Erdîşa Wanê ye, bi nebat, giha, germav û berekata xwe ji bo gelek nexweşiyan dibe derman. Geliyê Zîlan ku di aliyê nebatên endamîk de pir dewlemend e ji bo gelek nexweş û nexweşiyan dibe derman. Wekî navenda şîfayan jî tê zanîn. Ji ber şîfaya Geliyê zilan û germavên li vir gelek welatiyên nexweş tên li vir derman dibin. Bi taybetî Germaven gundên Şor û Hesenevdalê ku germa wan heta 90 derece zêde dibe dibe navenda kesên nexweş. Li gel nexweşan zarok jî tên li vir kêfê dikin.
(mae)