DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Malbata Berîtan a jahrînî bû glî kir

 
14 Cotmeh
09:35 2016

AGIRÎ (DÎHA) – Malbata Berîtan Hacioglu ya 6 salî ku li dibistanê ji ber xwarina şîrketa taybet jahrînî bû û jiyana xwe ji dest da, gliyê Miduriyeta Perwerdehiya Navçeyê, Nexweşxaneya Dewletê û Şîrketa xwarinê ya Agri Dagî li Dozgeriya Komarê kir û xwest bên darizandin.

Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê, di 7'ê Cotmehê de li dibistana Seretayî Savci Hakan Kiliç ji ber xwarina Şîrketa Xwarinê ya Agri Dagi zêdeyî 40 zarok jahrînî bûbûn. Ji zarokên jahrînî bûn, zaroka 6 salî Beritan Hacioglu jiyana xwe ji dest dabû. Berîtan Hacioglu, dema rakiribûn nexweşxaneya dewletê bi hinceta "Derfet tune" derman nekiribûn. Piştî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê kiribûn Berîtan Hacioglu li Êlihê jiyana xwe ji dest dabû. Bavê Beritan Mehmet Şerif Hacioglu der barê Midûrê Perwerdehiya Neteweyî yê Navçeya Bazîdê, Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê û Şîrketa Xwarinê ya Agri Dagi de glî kir û xwest doz li wan bê vekirin û bên cezakirin.

Bavê Berîtan Mehmet Şerîf Hacioglu, di gliyê li Dozgeriya Komarê de daxwazên xwe wiha rêz kir: "Bila hemû raporên nexweşxaneya Êlihê ya der barê Beritan Hacioglu de bên lekolînkirin û lêpirsîn. Bila ji Dozgerê Komarê yê Êlihê raporên otopsiyê bên xwestin. Bila der barê peymana Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyiya Navçeyê û Şirketa xwarinê de lêkolîn bê kirin û bê venêrtin. Bila der barê Bijîşkê Serwîza Lezgîn yê Nexweşxaneyê Dr.Îsmaîl Ozan Ateş ku roja bûyerê deri li wan venekir de lêpirsin bê vekirin. Bila dîmenên kamerayên nexweşxaneyê yên roja bûyerêbên xwistin. Bila têkildarî xwarinê îfadeya xwendekar û midurê dibitanê bê girtin.


(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN