Berê xwendekaran didin cemaetan
ÎZMÎR (DÎHA) - Xwendekaran diyar kirin ku ji ber ku li yurdên dewletê gelek qerebalix in, yurdên ku ji cemeatê hatine desteserkirin hîbeyê cemaetê din hatine kirin û bi vî rengî dewlet xwendekaran mecbûrî cemaetan dike.
Piştî ku OHAL hat îlankirin yurdên cemaetê hatin girtin û li ser vê qapasîyetay yurdên xwendekaran ên dewletê gelek zêde bû. Ji ber ku li yurdan şert nebaş in xwendekar li çareseriyên di digerin. Xwendekaran diyar kirin ku li yurdên ku ji cemaeta Gulen hatine desteserkirin vê carê jî cemaetên din li van deran bi cih dibin û dewlet xwendekaran muhtacî cemaeta dike.
Xwendekarê bi avê ÎLker Savran anî ziman ku di demên dawî de li şûna malên cemaetê yên hatine girtin cemaetên nû tên bicihkirin û ev yek xwe di kadroyên zanîngehê de jî nîşan dide. Savran destnîşan kir ku dewlet di warê aboriyê de xwendekaran tengasiyê de dihêle û berê wan dide malên cemaetê û wiha berdewam kir: "Ez bawer nakim ku xwendekar bi daxwaza xwe ve biçin malên 'abiyan' ji ber ku neçar dimînin diçin van deran." Savran bilêv kir ku yurdên dewletê di warê şertan de ne baş in û wiha axivî: "Em nikarin xwarinên ku ji xwaringehê derdikeve bixwin. Jibilî vê jî buhayê xwarinan hat zêdekirin. Ev ne bes in ji bo çilşokê jî ji me pere dixwazin. Li her awayî êrîşî xwendekaran tê kirin."
Bêhn ji odeyan tê
Xwendekarê bi navê Ugurcan Akyol jî diyar kir li odeyên 3 kesan 4-6 kes dimînin jibilî vê jî li odeyên yurdê baş paqijî nayê kirin ji ber vê yekê jî bêhn tê. Akyol anî ziman ku ligel ku yurdên dewletê têrê nake jî dewletê ji cemaeta Gulen yurd girt lê hîbeyê cemaetên din kir û ev tişt anî ziman: "Bi zanebûn xwendekaran davêjin hembêza cemaetan."
Xwendekara bi navê Emîne Akbaba jî anî ziman ku bi pêkanînê OHAL'ê ve pêkûtiyên li dijî xwendekaran zêde bû û wiha axivî: "Di saetên hatin û çûyînê de dema ku em neyên an jî dereng bimînin malbatan agahdar dikin. Ez mirovekî li ser xwe me, bi vî rengî malbat xistina nava fikaran rast nabînim."
Xwendekara bi navê Tijda Kiliç a li Zanîngeha Dokuz Eylulê dixwîne jî da zanîn ku li odeyên 2 kesan de 3-4 kes dimînin ji bo ku xwendekarên kurd ji yurdê derkevin pêkûtî tê kirin.
Ji Zanîngeha Yaşarê Nehîr Bîlece jî anî ziman ku li yurdê her gavên xwendekaran bi kamera û amûrê deng girtinê ve tê qeydkirin ji ber van pêkanînan xwendekar xwe wekî girtîgehê de ne xwe hîs dikin.
(sa)