Qeyûm li pişt camên gule derbas nake xwe vedişêre
AMED (DÎHA) - Alîkarê Waliyê Amedê Bîlal Ozkan ê ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin, camên ku guleyan derbas nake li odeya xwe kir.
Alîkarê Waliyê Amedê Bîlal Ozkan ê ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) wekî qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê ya Amedê hat kirin niha dest bi sererastkirina odeya xwe kiriye. Qeyûmê ku hat şaredariyê piştî demeke li diwranê odeya xwe 3 wêneyên Serokomar Tayyîp Erdogan ê ku li deverên cuda hatiye kişandin daliqand.
Polîsên îstixbaratê girt midûriyetê
Qeyûm Ozkan ê ku berê li walîtiyê çaygerê xwe yê taybet anîbû 2 polîsên jin ên ku li îstixbaratê peywirdar in jî girt midûriyeta taybet a karên şaredar. Ozkan ê ku her roj bi tîmên taybet ve tê şaredariya ku bi wesayîtên zirxî hatiye dorpêçkirin li qatê şaredar jî ji aliyê polîsan bi çek ve tê parastin, polîs li vir nobetê digirin.
Cama gule derbas nake li pencereyan kir
Ozkan ê ku odeya hevşaredariyê neciband bi mobilyayên ku ji şîrketekî taybet hatiye çêkirin ve ode bi temamî guherand. Jibilî vî tedbîrên "ewlehiyê" yên ku ji bo xwe girtiye jî beş nedît û camên ku gule derbas nakin li odeya xwe kir.
Navekî dihat nîqaşkirin bû
Ozkan ê ku berê li Pozantiya Edeneyê qaymeqam bû gelek caran bi daxuyaniyên xwe yên alîgiriya hikûmetê dikir û bi polemîkên xwe yên bi parlamenterên CHP'ê re hatibû rojevê.
Piştî hat tayînkirin rojek derbas bû, bû qeyûm
Ozkan di 2014'an de ji qeymeqamiyê îstifa kir li navçeya Sîlîfke ya Mêrsînê ji AKP'ê bû namzetê şaredariyê. Ozkan ê hilbijartin qezenc nekir careke din vegeriya qaymeqamiyê. Dema qaymeqamê Pozantiyê bû di 10'ê Îlonê de bû alîkarê waliyê Amedê, piştî rojekî jî wekî qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin.
(sa)