DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Rihayî ji ber kelmêş û mêşlokan nizanin dê çi bikin

 
14 Cotmeh
09:14 2016

RİHA (DÎHA) – Li Rihayê welatî ji xebatên dermankirina kelmêş û mêşlokan ên Şaredariya AKP’î ya Eyûbiyeyê nerazîne.

Li Rihayê, niştecihên Taxa Manceya Eyûbiyeyê, ji xebatên dermankirina kelmêş û mêşlokan ên Şaredariya Eyûbiyeyê ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ye, nerazîne. Welatiyan diyar kir ku, wan tu bandora dermankirina ku şaredarî dike nedîtiye û dest nîşan kirin ku kelmêş û mêşlok bandoreke neyînî li jiyana wan dikin. Niştecihê taxê Huseyîn Suphî Gunduz diyar kir ku di dermankirinê de, li şûna derman av tê bikaranîn û wiha got: “Şaredarî ji bo kelmêşan dermankirinê nake. Ev prisgirêkê ji Meha Remezanê heta niha heye û ji ber wê me nikaribû fitariya xwe li derve bike.” Gunduz diyar kir ku şaredarî bi awayekî baş dermankirinê nake û wiha got: “ Dibêjin em tên derman dikin, lê kelmêş û mêşlok êdetir dibin. Dema em ji xebatkarên şaredariyê re dipirsin, dibjin şaredarî kîjan dermanê bide me em wê bi kar tînin. Mehê carekê ya derman din yan jî nakin.”

Niştecihê taxê yê bi navê Bulent Akdemîr jî wiha got: "Şaredarî pir hindik derman dixe nav aveke zêde. Bi vê jî mêş namirin. Hîn em çavê xwe digirin, em dibînin ku tesîra wê qediyaye. Daxwaza me ew e ku, dermankirineke baş bê kirin.”

ŞNiştecihê bi navê Muhammed Ûygûr jî diyar kir ku, pirsgiraka mêşa her sal heye û wiha axivî: “Îsal ji hemû salan bêhtir hene. Di navbera tax û Gola Masiyan de 500 metre heye. Tax li navenda Rihayê ye. Şaredarî derman dike lê dozaja wê kêm e. Tax ji mêşan xalî nabe. Bila rayedar bên bibînin. Em naxwazin şaredarî hezar carî taxê derman bike, bi carekê bike, lê baş bike.” Her wiha Ûygûr behsa nepaqijkirin û neşûştina qonteynirên çopê jî kir û wiha got: "Îsal piştî cejnê qonteynirên çopê carekê tenê hatine şuştin. Baş anyên şûştin. Ji ber ku baş nayê şuştin, ji ber pîsîtî û gemarê mêş li ser wan kom dibin.”

Li ser vê em rêya telefonê li rayedarên şaredariyê geriyan û Bi riya telefonê em li rayaderan şaredariye geriyan û diyar kirin ku ew dermankirinê dikin, lê dema ew doza derman zêde dikin welatî pê nerihet dibin.

(mhy-mp/red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN