Taxa dîrokî bûye qurbanê veguherîna bajêr
RİHA (DÎHA) – Li Rihayê Taxa Yakûbiyeyê ya ku di nav Penava Gola Masiyan de cih digire, bûye qurbanê “Veguherîna bajêr”. Ji ber vê veguherînê nêviyê taxê hatiye rûxandin û nayê zanîn dê nêviyê wê yî din bibe çi.
Li Taxa Yakûbiyeyê ya navçeya Eyûbiyeya Rihayê ku keleha dîrokî jî di nav de cih digire, di çarçoveya xebatên “veguherîna bajêr” de rûxandin hatibû destpêkirin. Rûxandina ku piştî hilbijartinên giştî bi hinceta “tehsîsat tuneye” bi awayekî nîvçe hatiye hiştin. Taxa ku li nav Penava Gola Masiyan cih digire, nêviyê wê bi biryara rûxandinê hatiye hilweşandin. Pêşnûmaya ku hatibû weatkirin dê di 5 mehan de biqede, nîvçe hatiye hiştin û ji ber vê welatî nizanin dê çi bikin.
Niştecihên Taxa Yakûbiyeyê ya ku Keleha Rihayê ya dîrokî û bi sedan şikeftên dîrokê lê hene, piştî wek “Qada Sîtê” hat îlankirin û ji îmarê re hat vekirin, diyar dikin ku mebesta vê bes rant e û li dijî vê nerazîbûnn xwe dan der. Ji niştecihê taxê Ahmet Kiliçwiha got: "Bi riya daxwaznameyê min ji şaredariya got, ‘Xaniyên me edî li hemberî erdhejê ne saxlem in’, lê li ser vê şaredariyê got, ‘Qada SİT'ê ye hûn ne dikarin xirabikin û ne ji restore bikin.’ Tu çi çareseri nîne. Şaredarî di bin navê veguherîna bajêr de dixwaze malên gel bi buhayekî kêm bistîne û ji îmarê re vebike. Tiştekî wisa bê kirin, wek nexweşê li ser cihê xwe razayi hatî girtinê. Zihniyetek wisa nayê qebûl kirin. Heke ji bo xaniyên me buhayekî normal neyê dayîn, em ê xaiyên xwe nefiroşin.”
‘Şaredarî nahêle em avahiyên xwe restore bikin’
Nişteciha taxê Adîle Yaşar jî diyar kir ku ji ber vê nîvçemayînê mişk û dûvpiş êdî ji mala wan xalî nabin û wiha bertek nîşan da: “Em li malê nikarin bijin, zarok ditirsin. Şaredarî nahêle em malên xwe xira bikin. Nahêle em derî û pacên xwe nih bikin. Em dixwazin xaniyên xwe xira bikin ji nuh ve ava bikin. Şaredarî dixwaze bi buhayekî kêm mala min bistîne, lê ez xaniyê xwe nadim. Hema bila pereyê xaniyekê bidin.”
Welatiyê bi navê Samet Karabey jî bi bîr xist ku, li hemû taxê heta li malên ku ew lê dijîn, hemû cihên dîrokî ne û diyar ku dixwazin bi buhayekî erzan avahiyên wan ji wan bistînin û li şûna wan yê nû çêbikin û her wiha dê dawiyê wan avahiyên bi buhayekî 3 qatiyî bifiroşin wan. Karabet wiha axivî: “Şaredar hat taxê xwest bi gel re axivî. Xaniyên me li ber hilweşanidên ne. Şaredarî dixwaze xaniyên me ji me bistîne û me mexdûr bike. Dixwaze xaniyen me bi buhayekî kêm bistîne. Li vê hawirdorê avahiyên dîrokî hene. Em nikarin xaniyên xwe restore bikin. Bila şaredarî destûrê bide em xaniyên xwe restore bikin.
(mhy-mp/red)