Hosteya 55 salan ji bo jinan bûye hêvî
SEMSÛR (DÎHA) – Li Semsûrê hosteya tekstîlê ya 55 salan Neslîhan Aydin hem karê tekstîlê fêrî jinan dike hem jî bi karê tekstilê debarê dike.
Li Kuçeya Parçaci ya Taxa Mûsallayê ya Semsûrê dayika 4 zarokan Neslîhan Aydin (65), 55 salin hosteya tekstîlê dike. Li atolyeya tekstîlê ya 30 sal berê vekiriye hem debara xwe dike hem jî pîşe fêrî jinan dide. Aydin hêj 10 salî bû dest bi vî karî kir. Wê demê 3 salan çûbû qursên dirûn û nexşan. Niha jî li gel temenê xwe mezin bê westan karê xwe dike. Aydin tevî 3 hosteyên ku li ber destê wê fêrî vî karî bûn, bi piranî fîstan, eteg, şelwar, bêceme, pantor û îşligan çêdike. Aydin wiha got: “Ji zaroktiya xwe ve vî karî dikim. Ji ber vê ev kar bi min zehmet nayê. Bi sala ye ez vî akrî dikim û min pê zarokê xwe dan xwendin. Ez hemû pêdiviyên xwe bi qezenckirina ji vî karî bi cih tînim.”
Yên ew didirû ji yên hazir baştir in
Aydin dest nîşan kir ku, cilûbergên haizr bi qasî yên ku ew çêdike ne saxlem in û wiha tewsiye li jinan kir: “Yên qumaşê xwe tînin jî hene. Yên qumaşên min diecibînin jî hene. Em li gor daxwazê cilan didirûn. Rojê em 15-20 perçeyî didirûn. Di nav vana de cilûbergên herêmî jî hene û yên terzê nû jî hene. Li gor cilûbergên em didirûn buhayê wan jî di navbera 10-60 TL’yî de diguhere. Cilûbergên hazir bi qasî yên ku em didûrin en saxlem in. Her wiha dema jin yên hazir dikirin, carinan li gor bedena xwe cilûbergan peyda nakin. Lê belê li cem me, li gor bedenê û terza ku bixwazin, cilûberg tên dirûtin.”
'Bi keda xwe li ser piyê xwe bisekinin’
Aydin anî ziman ku, di temenekî biçûk te jin tên cem wê û fêrî pîşeyê wê dibin û wiha axivî: “Xwendekar jî dema dibistan dikevin betlanê, ji bo vî karî hîn bibin tên cem min dixebitin. 4 xebatkarên min ên li ber destê min hîn bûn û niha ji xwe re cih vekirine.” Aydin diyar kir ku ew ji ber karê xwe teqawîd bûye, lê ji ber ji betaliyê hez nake dixebite û wiha got: “Jin mêr ferq nake, xebat baş e. Heta ku meriv muhtacî destê mêr be, bi keda xwe li ser lingê xwe bisekinin.”
'Şagrtên wê jî bi keda xwe qezenc dikin’
Fatma Îbrahîm (28) ku bi eslê xwe tirkmena Kerkuka Iraqê ye û dayika 2 zaroka ye, diyar kir ku berê qet tu pîşeyeke wê tune bûye, lê dema ew hatiye Tirkiyeyê li ba Aydin dest bi kar kiriye. Îbrahîm da zanîn ku ji ber şerê li herêmê ev salek hatiye Tirkiyeyê û diyar kiri ku piştî 5 mehan ew niha li ser makîneyê dixebite. Îbrahîm wiha nehsa zehmetiyên xwe yî rojane kir: “Ev nêzî salekê ye em li vir in. Ji ber nexweşîna dilî li hevjînê min peyda bûye, nikare tu karî bike. Serê sibê saet di 9’an de têm heta 6-7’ê êvarî heftê bi 150’î TL’yî dixebitim. Piştî kar diqedexe, karê malê dikim. Yanî hemû pêdiviyên malê ez bi cih tînim.”
(red)