DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Der barê kujer de biryara neşopandinê, ji bo yên beşdarî cenaze bûn jî ceza!

 
14 Cotmeh
09:06 2016

CÎHAN BAŞAKÇIOGLÛ

ÎZMÎR (DÎHA) – Dîlan Kortak ji aliyê polîsan ve li Stenbolê bi îdiaya “bi polîsan re şer kiriye" hatibû qetilkirin. Lêpirsîna der barê polîsan de hatibû destpêkirin biryara ne şopandinê hat dayîn. Der barê 24 siyasetmedarên kurd ên beşdarî merasîma cenazeyê Kortakê bûbûn de jî cezayê girtîgehê hat xwestin.

Li Îzmîrê di operasyona 9’ê adarê ya li dijî siyasetmedarên kurd de, hevserokên HDP’a Îzmîrê û Îbrahîm Kortak, bavê Dîlan Kortaka 19 salî ya li Sancaktepeya Stenbolê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, jî di nav de 24 kes hatibûn binçavkirin û piştî 3 rojan 24 kes sewqî edliyeyê hatibûn kirin. 24 kes bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê kirine” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibûn kirin û 14 jê bi şertê venêrîna edlî hatibûn berdan. Hevserokên HDP’ê yên Bajêr Dîlek Aykan û Cavît Ûgûr, rêvaberên bajêr Hacay Yilmaz, Elmas Çinar, Seyît Cem Çakmak, Dîlan Yetîşmîş, Hûkiye Yilmaz û Gulden Hantaş hatibûn girtin.

Îddianame hat amadekirin

Der barê 10 jê girtî 24 siyasetmedarê ku di dema lêpirsîn û binçavkirinê de ji ber biryara nepenî ya dosyayê mafê wan î parastinê hat astengkirin de, piştî 8 meha bi tawanbariya; çalakiyên ku beşdarî wan bûne û beşdarbûyîna merasîma cenazeyê Kortakê delîl hatin berpêşkirin û li ser van delîlan îdianame hat amadekirin.

Dirûşme bûn unsûrên sûcî

Di îddianameyê de dirûşmeyên “Dê dewleta qatil hesab bide”, “Pêkûtî nikarin me bitepisînin” û “Şehîd namirin” ku di dema merasîma cenazeyê Kortakê dehatibûn berzkirin, lê her çiqas demek berê ev dirûşme ji aliyê dadgehan ve di çarçoveya “azadiya ramanê” hatibûn nirxandin jî, wek delîl hatin nîşan dan. Her wiha dirûşmeya “Dîlan Kortak nemir e” ya ji aliyê xizmên wê û hevalên wê ve hatibû berzkirin jî, di çarçoveya sûcî de hat nirxandin.

Gotina ‘Em dixwazin helaliyê jê bixwazin’ jî di îddianameyê de ye!

Li balafirgehê pêşwazîkarina cenazeyê Kortakê ya ji aliyê endamên HDP’ê ve jî di çarçoveya sûcî de hat nirxandin. Her wiha dema cenazeyê Kortakê ji Mala Cemê ya Lîmontepê hat wergirtin û xwestin cara dawî wê bibin mala wê, polîsan destûr nedabû. Li ser vê Rêvebera HDP’a Bajêr Hacay Yilmaz wiha gotibû: “Em dixwazin cenazeyê xwe bibin mala wê. Ji bo em helaliyê jê bixwazin em cenazeyê xwe dibin mala wê. Ji kerema xwe hûn dikarin rêyê vebikin.” Di îddianameyê de ev goin jî cih girtin û wek “muqawemetiya li polîsan” hatine lansekirin.

Li berstûk pêvekirina wêneyên Kortakê wek sûc hat dîtin’

Di îddianameyê de ji bo merasîma cenazeyê ku dê çawa bê lidarxistin, dema bavê Kortakê, Îbrahîm Kortak bi polîsan re hevdîtin êk dianî û li berstûkê wî wêneyê keçawî daliqandî bû jî, bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kiriye”, li berstûk pêvekirina wêneyê keça wî jî cih girt. Her wiha bav Kortak di merasîma cenaze de bi mîkrofonê gotibû, “Dîlan şehîda me hemûya ye. Hemû şehîd leheng in.” Ev gotin jîd i îddianameyêd e cih girtin. Û dema Kortak di dema lêpirsînê de hatibû binçavkirin, pirsên bi vî rengî arasteyî wî hatibûn kirin: “Çima tu beşdarî cenazeyê keça xwe bûyî?”

Nûçeyên me wek “Banga propagandaya rêxistinê” hatin nirxandin

Di îddianameyê de parvekirinên HDP û HDK’a Îzmîrê yên li ser medyaya civakî wek unsûrên sûcî hatin nirxandin. Her wiha nûçeyên ajansa me yên têkildarî cenazeyê Kortakê jî wek “Banga propagandaya rêxistinê” hatin nirxandin.

Ji bo mirina bi şaîbe biryara devjêberdana şopandinê, ji bo kesên beşdarî merasîma cenaze bûn cezayê girtîgehê

Wek encam dema delîl tên nirxandin, der barê hevserokên HDP’a Bajêr Cavît Ûgûr û Dîlek Aykan, rêveberên HDP’a Bajêr Hacay Yilmaz, Hasse Bîngoltekîn Kiliç, Makbûle Gul, Casim Saday, Elmas Çinar, Seyît Cem Çakmak, Dîlan Yetîşmîş û Hûkiye Yilmaz de, bi îdiaya “Endamê rêxistinê” û gumanbarên din jî bi îdiaya “Propagandayê rêxistinê kirine” di navbera salekê û 8 salan de cezayê girtîgehê hat xwestin.

Her wiha derbareyê qetilkirina Kortak a ku di 4’ê kanûnê de li Sancaktepeya Stenbolê di serdegirtina malê de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin jî, polîsên ku bi sûcê “kuştina qestî” lêpirsîn derbarê wan de hatibû vekirin, di meha hezîranê de têkildarî lêpirsîna wan biryara devjêberdana şopandinê hat dayîn.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN