Dîrok di nav molozan de ma
HATAY (DİHA) – Di dema xebatên ji nû ve islahkirina Çemê Asiyê de, Pira Romayê ya ku di 1972’an de dema bi hinceta “kêmbûna kapasîteya valakirinê” Gola Amîkê hatibû hilweşandin, bermayiyên wê derketin holê. Bermayiyên ku di nav molozan de mayî jî didin der ku dê dîrok bê binaxkirin.
Li Çemê Asiyê yê di nav Antakyaya Hatayê re derbas dibe û yek ji wan çemên cîhanê yê berbiçav e, di dema xebatên vekirina qenalan de kevirên qutebirî yên aîdî bermayiyên Pira Romayê derketin holê. Bi derketina keviran re, pira dîrokî ya ku di 1972’an de, dema bi îdiaya “kêmbûna kapasîteya valakirinê” ya xebatên zuhakirina Gola Amîkê hat rûxandin û li şûna wê betonarmeya hatibû avakirin, niha dubare bûye cihê nîqaşan. Lê belê li gel nîqaşan jî, hat diyarkirin ku ji dêvla ku kevirên qutebirî yên hezar saliyî bên parastin, di nav molozan de tên windakirin û tê xwestin ku keviran di bin molozan de bin ax bikin.
'Kevir aîdî pira dîrokiyî ne’
Piştî kevir derketin holê, yek ji hosteyên mozaîkê yê Hatayê Mehmet Daşkapan tevgeriya û dest nîşan kir ku, kevirên qutebirî yên di nav molozan de aîdî pirê ne. Daşkapan diyar kir ku, cihê ku kevir lê derketin holê, ew cih hîmê pirê bûye û got, bi derketina keviran re diyar dibe ku romayiyan hîmê pirê zexm avêtiye û pira ku niha hatiye çêkirin jî, li ser hîmê Pira Romayê hatiye çêkirin. Daşkapan bi bîr xist ku, Pira Romayê ya dîrokî bi hinceta ‘kêmbûna kapasîteya valakirinê’ hatiye rûxandin, li şûna wê pirek din hatiye avakirin û da zanîn ku ev tişt hemû bi raporan derketine holê. Daşkapan dest nîşan kir ku, îktîdara siyasî ya wê demê ji bo zuhakirina Gola Amîkê û ji bo ava golê zû bê valakirin rûxandina pirê tesdîq kiriye.
Divê pispor têkevin dewrê
Daşkapan dest nîşan kir ku, bi derketina kevirên pirê re careke din aşkere bû ku bê qirkirina dîrokê çawa xwe dide der. Daşkapan da zanîn ku, mijara pirê di 2008’an de jî bûye cihê nîqaşê û Şaredariya Hatayê ya wê demê ragihandibû ku dê Prof. Dr. Amîr Pasîc yê li Bosna Hersekê êşnûmaya Pira Mostarê bi rê ve dibe, ji bo jinûvevakirin pirê bînin. Daşkapan anî ziman ku, lê belê di ser re 8 sal derbasbûne lê hîn jî tu tişt neguheriye. Daşkapan dest nîşan kir ku, divê pispor têkevin dewrê, kevir yeko yeko bên raçavkirin û diyar kir ku, pêşandana keviran jî ji aliyê dîrokî ve tiştekî girîng e.
Têkildarî mijarê em li Buroya Parastin, Sepandin û Venêrînê ya Şaredariya Hatayê geriyan û rayedarekî diyar kir ku hayê wan jê tune ye û ew ê lêkolînê bikin.
(red)