Dewlet taxa kurdan bi 12 kamerayan dişopîne
MANÎSA (DÎHA) - Dewlet li tevahiya navçeya Saruhanli ya Manîsayê bi 6 kamerayên mobese, lê tenê li kolana Adiloba ya kurd lê dijîn bi 12 kamerayên momese dişopîne.
Li taxa Kurtuluşê ya navçeya Saruhanli ya Manîsayê kolana ku herî zêde kurd lê dijîn bi 12 kamerayên momese ve tê şopandin. Ev yek welatiyên taxê bêzar dike û fikarên gel zêde dike. Li tevahiya Saruhanli kolan bi 6 kamerayan, tenê li kolana Adiloba ya kurd lê dijîn 12 kamera hatine bicih kirin. Li taxa Kurtuluşê ku nêzî 200 malbat lê dijîn dewletê 12 kamera bi cih kirine û hemû liv û tevger li kolanan dişopîne. Balkêş e kamera di salek dawî de li kolan û kuçeyên ku karibe mala endam û rêveberên HDP'ê yên Saruhanli bibîne hatine bicihkirin. Welatiyan diyar kirin ku polîs di demên dawî de li ser şeniyên taxan jî zext zêde kirine.
Şêniya taxê Fatma Aydemîr, diyar kir ku sala berê kurê wê Xebat û Mehmet Aydemir sala par ji ber xebatên HDP'ê hatin binçavkirin û wiha got: "Piştî zarokên me hatin girtin, li taxa me 12 kamera bicih kirin. Kamerayên hatine bicihkirin malên me dibînin. Em dizanin ku kamerayên li vir hatine bicih kirin ne ji bo welehiya gel e.
Armanca van kamerayan ewe ku çûn û hatina mala welatiyan bişopîne û çavdêriyê li ser gel bikin. Em kurd in. Em dizanin çi ji me dixwazin. Ji ber vê yekê bi taybetî li ser me zext zêde kirine. Ji ber ku me li vir naxwazin hincetan ava dikin û zarokên me binçav dikin. Zarkên me binçav dikin û li wan îşkence dikin. Em van kamerayan li taxên xwe naxwazin"
Dixwazin me bitirsînin'
Esnafê li ser kolanê Mehmet Tozan jî anî ziman ku dixwain bi van kamerayan li ser kurdan tirsê ava bikin, lê kurd bi van kamerayan natirsin. Tozan, da zanîn ku ev kamerayên li vir hatine avkirin mafê wan ê jiyanê îhlal dike û bêyî destûra mirovan li ser mirovan çavdêdiyê dikin. Dixwazin mirovan bitirsînin. Lê ne em bi van kamerayan ditirsin û ne jî em van kamerayan li vir dixwazin.
Welatiyê taxê Murat Kaban jî anî ziman ku 25 salin li vê taxê dijî û wiha got: "Bi piranî mirovên li taxa Kurtuluşê dijîn kurd in. Li Tirkiye piştî pêvajo xera bû li taxên kurdan kamera bi cih kirin. Devlet û polisên dewletê tax xistine bin çavdêrî û kontrolê. Ji bo welatiyên taxê bişopîne li her derê kamera danîne. Em kamera li taxa xwe naxwazin. Em dixwazin kamerayan ji vir karin. Ji ber ku ev êrîşa li dijî jiyana me ya taybet e.
(mae)