DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Fîncanci: Ji bilî aştiyê tu riyek me ya din tune ye

 
14 Cotmeh
09:03 2016

MÊRSÎN (DÎHA) - Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, diyar kir ku daxuyaniyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ku bi riya birayê xwe Mehmet Ocalan ji bo aştiyê dan gelek girîngin û wiha got: "Ji bilî aştiyê tu riyek me ya din tune ye."

Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci ku îmze avêt bin danezana "Em ê nebin hevkarê vî şerî" diyar kir ku daxuyaniyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ku bi riya birayê xwe Mehmet Ocalan ji bo aştiyê dan gelek girîngin û wiha got: "Bi qedandina pêvajoya aştiyê re bi sedan kesan jiyana xwe ji dest da. Milyok kes ji cihên xwe bûn. Malên wan bi temamî hatin hilweşandin. Li cihê ku aştî lê ne be û lê nehat axaftin gelek kesan zirarên mezin dîtin."

Fîncanci, aşkerakirina vîna aştiyê gelek girînge û wiha pêde çû: "Bi taybet Ocalan ev bang kir, daxwaza Ocalan a aştiyê gelek girînge. Divê li ser vê bangê Tirkiye dest bi nîqaşên aştiyê bike û pêşî li mirina mirovan bê girtin. Di dema ku kapîtalîzm krîzê derbas dike de şer derdikeve holê. Bi şer li çareseriyên krîzê tê gerandin. Li Tirkiyeyê jî krîzek ku serê wê hatiye girtin tê jiyîn. Di şer de kes jinayan xwe ji dest didin û şer tenê kêrî karê kesên ku çekan çêdikin tê. Mirov di nava vî şerî de bêkar dimînin û şert û mercên jiyanê zehmet dibin."

Fîncanci, anî ziman ku piştî hewldana darbeyê ne tenê li hemberî darbekar, li hemberî aliyên muxalif û kurdan êrîş hatin destpêkirin û wiha domand: "Em di demek ku ne tenê bi çekê kuştin, ne tenê bi tangan malên welatiyan xirakirin di heman demê de di demek ku şert û mercên jiyana ji holê hatine rakirin û dengê çapemeniya muxalif hatiye birîn re derbas dibin. Ji ber wê şer di her demê de amûrekî ku mirovahiyê ji holê radikeye."

Fîncanci, destnîşan kir ku bi OHAL'ê re tu pêkanînên li gorî hiqûqê nayên kirin û wiha got: "Ji ber wê niha ji girtîgehê çîrokên îşekenceyê û binpêkirinên mafan tên. Li girtîgehan girtî rastî îşkenceya fîzîkî, pîskolojî tên. Ji ber wê piştre dê ev pêvajo wekî pêvajoya ku herî binpekirinên mafê mirovan hatiye jiyîn bê darizandin. Ji bo carekdin pêvajoya aştiyê bê destpêkirin û civak ji nû ve aştiyê nîqaş bike divê astengiya li pêşiya çapemeniya azad bê rakirin. Ev civak tenê ji çapemeniya hewzê agahiyan digire û ev çapemenî jî her tim derewan dike. Hemû bûyeran berûvajî dike. Hemû agahiyên ku didin em wekî rastî qebûl dikin lê ne wisa ye. Bi pirsên rast ku mirov bike dikare bigihije rastiyê û aştiyê nîqaş bike."

Fîncanci, da xuyakirin ku di civakên ku gel tê beralîkirin, civakan dikin dijminê hev de rolek mezin dikeve ser milê jinan û wiha axivî: "Divê jin vê dijminahiya heyî bi dawî bikin. Divê hawirên ku bikaribin çîrokên xwe bi hev re parve bikin ava bikin. Ji bilî aştiyê tu riyek me ya din tune ye. Dema en aştiyê pêk tînin jî divê em planên ku em ê çawa bikaribin birînên xwe bi pêçin bikin. Gelê kurd di nava salekê de bi birînên mezin ji vê pêvajoyê derket. Ji ber wê dema ku em aştiyê nîqaş dikin divê em plana ku em ê çawa birînên xwe bipêçin bikin."

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN