DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojev

ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

14 Cotmeh
09:00 2016

* Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, diyar kir ku daxuyaniyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ku bi riya birayê xwe Mehmet Ocalan ji bo aştiyê dan gelek girîngin û wiha got: "Ji bilî aştiyê tu riyek me ya din tune ye."

* Dewlet li tevahiya navçeya Saruhanli ya Manîsayê bi 6 kamerayên mobese, lê tenê li kolana Adiloba ya kurd lê dijîn bi 12 kamerayên momese dişopîne.

- Di dema xebatên ji nû ve islahkirina Çemê Asiyê de, Pira Romayê ya ku di 1972’an de dema bi hinceta “kêmbûna kapasîteya valakirinê” Gola Amîkê hatibû hilweşandin, bermayiyên wê derketin holê. Bermayiyên ku di nav molozan de mayî jî didin der ku dê dîrok bê binaxkirin.

* Dîlan Kortak a ku li Stenbolê bi îdiaya “bi polîsan re pevçûye” hatibû qetilkirin, der barê mirina wê ya bi şaîbe û lêpirsîna ku der bareyê polîsan hatibû destpêkirin de biryara devjêberdana şopandinê hat dayîn û her wiha derheqê 24 siyasetmedarên kurd ên beşdarî merasîma cenazeyê Kortakê bûbûn de jî cezayê girtîgehê hat xwestin.

* Wezîrê Dadê îdia kiribû ku li girtîgehan bi tu awayî îşkence xwe nade der. Arasteyî vê îdiayê ÎHD li Girtîgeh T2 a Osmaniyeyê hevdîtin bi girtiyan re pêk anî û derket holê ku, gelek jê birîndar welatiyên ku ji Nisêbînê anîn û li vê girtîgehê tên girtin rastî îşkenceyên giran hatine û ev îşkence hatine raporkirin.

* Li Rihayê Taxa Yakûbiyeyê ya ku di nav Penava Gola Masiyan de cih digire, bûye qurbanê “Veguherîna bajêr”. Ji ber vê veguherînê nêviyê taxê hatiye rûxandin û nayê zanîn dê nêviyê wê yî din bibe çi.

* Alîkarê Waliyê Amedê Bîlal Ozkan ê ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin, camên ku guleyan derbas nake li odeya xwe kir.

* Xwendekaran diyar kirin ku ji ber ku li yurdên dewletê gelek qerebalix in, yurdên ku ji cemeatê hatine desteserkirin hîbeyê cemaetê din hatine kirin û bi vî rengî dewlet xwendekaran mecbûrî cemaetan dike.

* Li Rihayê welatî ji xebatên dermankirina kelmêş û mêşlokan ên Şaredariya AKP’î ya Eyûbiyeyê nerazîne.

* Qeyûmê Silopiya 4 mamosteyên çandê û zimanê kurdî ji peywirê girtin. Mamosteyê zimanê kurdî Aydin Denîz bertek nîşanê qeyûmê da û got: "Dibe ez ji peywirê hatibim girtin lê ez ê li her kuçeyên Silopiyan dersa ziman bidim gel."

*Malbata Berîtan Hacioglu ya 6 salî ku li dibistanê ji ber xwarina şîrketa taybet jahrînî bû û jiyana xwe ji dest da, gliyê Miduriyeta Perwerdehiya Navçeyê, Nexweşxaneya Dewletê û Şîrketa xwarinê ya Agri Dagî kir û xwest bên cezakirin.

* Platforma Şaxên KESK'ê dê li Wanê ji bo şermezarkirina binçavkirin û girtinên di demên dawî de li avahiya Egîtîm Sen'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)

* Hunermendên elewî girtina TV10 dê li ber Cemxaneya Okmeydani ya Stenbolê bi stranan şermezar bikin. (14.00) BI DÎMEN E

* "Nobeta Azadiyê" ya ji bo Gerînendeyê Weşanê yê Giştî ya Ozgur Gundemê Zana Kaya û Midûrê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya, endamên Lijneya Şewirmendiyê ya Ozgur Gundemê Necmiye Alpay û Asli Erdogan ên girtî ne hatiye destpêkirin dê li ber Girtîgeha Bakirkoyê bidome. (16.00) BI DÎMEN E

* Bi pêşengiya Kongereya Îslama Demokratîk (DÎK) dê li Park Orman a Amedê nimêja înê ya sivîl bê kirin. (12.00) BI DÎMEN E

* Baroya Amedê ji bo kiryarên Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî bên dîtin û lêpirsîn bi bandor bê kirin li ber Edliyeya Amedê çalakiya xwe ya heftane pêk bînin. (13.30) BI DÎMEN E

POLÎTÎKA

* Hevserokên DBP û HDP’ê yên Enqereyê bertek nîşanî êrîşên li dijî partiyên wan tên kirin dan û diyar kirin ku sedema êrîşên hikûmeta AKP’ê û Erdogan yên li dijî siyasetmedarên kurd ji tirsa wan a li hemberî hêza siyaseta kurd e.

* Li Tirkiyeyê mijara Makezagonê ya ku bi dehan sal e ji aliyê civakê ve tê daxwazkirin û tim dibe malzemeya siyasetê, derket holê ku careke din jî ne li gor pêdiviyên civakê, lê xuyaye dê wek metneke li gor pêdiviyên îktîdarê bê sererastkirin.

JIN

* Futbola ku di dîrokê de her tim wek a mêran tê zanîn, jinên ciwan wê hişmendiya “erk”ê ango ya desthilatiyê pûç dikin û her wiha di vê qada ku têkoşîna hebûnê didin de jî, navên xwe li bin gelek serkeftinên girîng dinivîsînin.

* Li Semsûrê hosteya tekstîlê ya 55 Neslîhan Aydin ji hêlekê ve ji bo debara xwe karê xwe dike û ji hêlekê ve jî karê tekstîlê nîşanî jinan dide.

JÎNGEHA KEDÊ

* Kedkarên tenduristiyê li dijî gotinên Serokwezîr Bînalî Yildirim ên têkidarî Pergala Serokatiyê bertek nîşan dan. Kedkaran diyar kir ku ew dê li dijî vê pergalê rawestin û wiha gotin: “Dê Pergala Serokatiyê ber bi dîktatoriyê ve biçe.”



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN