Rojnameger Engîn: Em serî danînin
STENBOL (DÎHA) - Rojnameger û nivîskarê Rojnameya Cumhuriyetê Aydin Engin, li ser zextên li dijî çapemeniyê rawestiya û anî ziman ku faşîzma niha pêş ketiye darbeyên 12'ê Adarê û 12'ê Îlonê derbas kiriye. Engîn, wiha got: “Me niha darbeyên 12'ê Îlonê derbas kir. Em serî li hemberî vê yekê natewînin. Li ku zirav dibe bila li wir qut bibe."
Rojnameger û nivîskarê Rojnameya Cumhuriyetê Aydin Engîn, têkildarî zextên li ser çapemeniyê û OHAL'ê axivî. Engin anî ziman ku medya hawiz a nêzî îktîdarê hêj bi nûçeyên çêdike baweriya li hemberî xwe winda nekiriye û hêj girseyek mezin ji nûçeyên wê yên derew bawer dike. Engîn, da zanîn ku di serdema îktîdara Naziyan de jî bi heman rengî bê navber nûçeyên derew û berovajî diweşandin û wiha got: "Li gorî nûçeyên medya hawiz her roj endamên 'FETO tên girtin' Dibêjin Erê me darbe kir. Ev dişibe propaganda naziyan. Dibêjin pirika xwe bavêjin bila şopa wê bimîne. Şolî dikin di lewitînin. Ji bo derewên xwe bidin bawerkirin teknîkek pir mezin bikar tînin.
Manipulasyonên medya
Engîn, anî ziman ku medya bê navber bandorê li ser mirovan çê dike û bi nûçe û bernameyên xwe dibêje "Ev şaş e", "Ev rast e" û dixwazin mirovan araste bikin û wiha got: "Hêzên ku li Kolombiya medya di destê xwe de digirtin, piştî peymana aştiyê ya di navbera FARC û hukumeta Kolombiya de hat redkirin, ji bo referandumê mafdar bikin manşetên 'Ger ku qatil nehatina efokirin dê gel peyman erê kiribûya" û xwestin hişekî ava bikin. Di destpêkê de ji sedî 65 li benda bersîva "erê" bûn. lê piştre encama "na" derket. Encama "Na" kes şaş nekir.
Engin, li ser rêbazên manupulasyona medya jî rawestiya û wiha got: "Ji bo zalimtiya Saddam weki mînak nîşan bidin "Çûk û teyrên deryayê di nava ava bahrê ya bi petrolê şolî bûye winda kirin. Ev teyr û çûkên di nava petrolê de di kanalên televîzyonan de belav kirin. Weki ku Saddam petrol tevî behrê kiribe nîşan dan. Lê Derket holê ku ew dîmenê hat belavkirin yê çend sal berê bû. Dîmenên 40 saniye di qanalên televîzyonan de hezar û 240 dakika hat weşandin. Bi vî rengî rastî berovajî kirin û pêşkêş kirin."
Medya ku serî netewand bû hedef
Engîn, da zanîn ku li Tirkiye medya muxalif û serî netewand tev bûn hedef û wiha got: "Ger ku ÎMC nehata girtin dê reklam bistendiya. Mirovên kolanan û yên reklaman didin, dê dîtibûna ku ÎMC çiqas tê temaşekirin. Bi biryarên KHK'ê gelek radyo û televîzyon hatin girtin. Îktîdar dixwaze tenê li tembûra xwe bide. Yên li gorî îktîdarê ledanin ji dengê wan qut dike.
Engin, anî ziman ku di rewşên awarte yên berê de dîsa hiqûq û zagon hebûn, lê niha hiqûq û zagon êdî ketiye bin piyan. Engîn, destnîşan kir ku dema berê ger dadgehê biryarek neyînî hebûya rêya îtîrazê û parastinê hebû, lê niha êdî rêya îtîraz û paratinê jî hatiye girtin û wiha got: "Ez jî bûm Nobedarê Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê. Ez bawer dikim ku dê ji bo îfadeyê bang li min jî bikin. Rewşa heyî serdema darbeyên 12'ê Adarê û 12'ê Îlonê derbas kiriye. Ji ber ku bi navê hiqûqê tiştek nemaye. Berê her dem OHAL li ser kurdan pêk hat. Lê niha bandora xwe li ser tevan dike. Edî dadgerê sivîl jî wekî dadgerê leşkerî tev digere.
Engîn, da zanîn ku hêj negotine "Dê rojnameya Cumhuriyet, Evrensel û Birgun dernekeve" û wiha got: "Medya ku patronên wan hebe zû hat bêdengkirin. Lê medya ku patronên wan tune xwestin di milê malî de bêdeng bikin. Ji ber vê yekê xwestin milê wan ê reklaman qut bikin. Ji bo reklaman nestîne jî li gori wê zagon amade kirin. Em wekî Rojnameya Cumhuriyetê nebûn weşana tu partiyan. Me patron jî qebûl nekir. Ji ber ve yekê em bûn hedef. Em dê tu carî li hemberî van êrîşan serî danînin û bêdeng nebin.
(mae)