DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

ÎHD rapora 3 mehan aşkere kir

 
13 Cotmeh
15:45 2016

WAN (DÎHA) - Şaxa ÎHD'ê ya Wanê rapora binpêkirina mafên mirovan a 3 mehan bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re parve kir.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan ÎHD a Wanê, rapora 3 mehan a binpêkirina mafên mirovan bi civîna çapemeniyê aşkere kir. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Murat Melet di civînê de diyar kir ku di 3 mehên dawî de binpêkirina mafê mirovan zêdetir bûye û ev li dijî peymana navneteweyî ye. Melet dest nîşan kir ku bi serde girtina avahiyên HDP û DBP'ê û binçavkirina siyasetmedaran dîsa bûn şahidê binpêkirina mafan û bi vê rêbazê encam nayê girtin û wiha got: "Em wek parazvanên mafên mirovan kuştina siyasetmedaran rast nabînin."

'Yên ku berê mexdûr bûn îro mexdûr dikin'

Melet, helwesta AKP'e û Serokomar Erdogan rexne kir û anî ziman ku ew dema hat girtin mexdûr bûbû, lê îro ew mexdûr dike û mafên mirovan binpê dike. Melet piştî axaftinê rapor bi raya giştî re parve kir. Melet anî ziman ku di 3 mehên dawî de 5 hezar û 36 maf hatine binpêkirin û wiha got: "Di 1 Tirmeh û 30 Îlonê de şer hîn bêhtir kûr bû. Di vê pêvajoyê de 3 mîlîtanê rêxistinê, 16 leşker û poîs hatin kuştin. 2 mîlîtanê rêxistinê, 27 polîs û leker birîndar bûn. 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. 39 welati jî birindar bûn. Di 3 mehên dawî de Walîtiyê hemû çalakiyên kolanan qedexe kirin. Mafê daxuyanî û xwepêşandanan hatin qedexekirin. Di vê demê de polîsan bi ser 92 malan de girtin û 196 welatî binçavkirin û 76 kes girtin. Dîsa qeyûm tayînî şaredariyan kirin. Li ser çapemeniyê zext zêde kirin û qanalên televîzyon û radyo hatin girtin Qeyûm tayînî şaredariyên DBP'ê yên Rêya Armûşê, Erdîş, Qelqelî Artemêt kirin.

Melet herî dawî binpêkirinên li dijî mafên mirovan şermezar kir û xwest demildest dawî li binpêkirina mafan bê. Melet, xwest dîsa pêvajoya diyalog u muzakereyan dest pê bike û bi riya siyaseta demokratîk pirsgirêk çareser bibin.

(era/ozm/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN