Ofîsa Ebadî: Destûra Tirkiye têkeve Iraqê tune
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Ofîsa Heyder Ebadî bersiv da Tirkiyê û diyar kir ku wan tu peyman bi Tirkiyê re li ser derbaskirina sînorê Iraqê îmze nekirine.
Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li ser hebûna hêzên Tirkiyê ya Iraqê daxuyanî da. Ofîsê di daxuyaniyê de bal kişande ser naveroka lihevkirina di navbera Bexda û Enqerê. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di hevdîtina her du serokwezîrên Iraq û Tirkiyê de di sala 2009’an de, derbaskirina sînorê Iraqê ne rojev bû. Di protokola sala 2009’an a di navbera du welatan de perwerdekirina beşek ji polîsên Iraqê ew jî di nava xaka Tirkiyê de hatibû îmzekirin. Di madeya 7'an a vê protokolê de bi tu awayî destûr ji hêzên Tirk re nayê dayîn ku bi tank û topan sînor derbas bikin. Ew jî bê agahdariya hikûmeta Iraqê. Ger perwerdeya ji bo polîsan wek hatina artêşek bi tank û top tê famkirin. Wê demê artêşa Îsrayilê jî dikare were nava xaka Tirkiyê. Ji ber ku lihevkirina ji bo perwerdekirina leşkeran li ser xaka Tirkiyê di navbera Îsrayil û Tirkiyê de jî heye.”
Ofîsê destnîşan kir ku wan şandina hêzên Tirkiye ya Iraqê red kiriye û pêwîstiya Iraqê bi hêzên cîran nîne. Ofîsa Serokwezîrtiyê herî dawî anî ziman ku wan ji tu kesî daxwaz nekiriye ku leşkerên xwe bişîne ser axa wan û hikûmetê ne bi fermî û ne jî bi devkî destûr nedaye hêzên artêşa Tiriyê werin axa Iraqê.
(mae)