Dozger ji bo Yuksek bê girtin bi israr e!
AMED (DÎHA) - 5'emîn Dadgena Cezaya Giran a Amedê îtiraza dozger a ji bo girtina Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek red kir. Li ser vê dozger serî li dadgehekî jor da.
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek ê ku ji ber axaftinên xwe yên çalakî û bernameyên partiya xwe de di meha gulanê de hatibû girtin, di 7'ê cotmehê de hatibû berdan.
Dozgerê dozê 2 rûpel daxwaznameya îtirazî da 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê û îdia kir ku axaftinên ku Yuksek di bername û çalakiyan de kiriye xebatên partiyekî siyasî nîne "xebatê rêxistina neqanûnî ye" û xwest bê girtin.
Dadgehê îtiraz nirxand û daxwaza dozger a girtinê red kir.
Li ser vê dozger ji bo Yuksek bê girtin vê carî serî li dadgeha jor, 6'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê da û xwest Yuksek bê girtin.
(sa)