Xwestin kujerê Medenî Yildirim beraet bibe
AMED (DÎHA) - 5'emîn rûniştina doza kuştina mertalê zindî Medeni Yildirim ê ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin li dadgeha Amedê hat dîtin. Dozger beraeta kujer Adem Çiftçî xwest.
5'emîn rûniştina doza mertalê zindî Medenî Yildirim ê di 28'ê Hezîrana 2013'an de li gundê Hêzanê di çalakiya li dijî qereqolê de ji aliyê leşker Adem Çîftçî ve hat qetilkirin li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştina dozê de kujer Adem Çiftçî bi rêya SEGBÎS'ê li Kocaeliyê beşdarî rûniştinê bû. Dayika Medenî Yildirim Fahriye Yildirim û parêzerê Yildirim amade bû. Di rûniştina dozê de dozger îdîa kir ku kesên rûpoş molotof avêtine qereqolê û maşîneyên kar û çadir şewitandine. Dozger îdîa kir ku leşkeran ji bo rageşiyê belav bike û rê li pêş bûyerê bigire gule avêtine hewa. Dozger da zanin ku dema leşkeran gule avêtine hewa Medeni Yildirim birîndar bûye û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Dozger îdîa kir ku nehatiye tespîtkirin ku guleya ji bedena Yildirim derketiye aydî leşker e. Dozger îdîa kir ku delîlên der barê leşker de bê îspat in û xwest kujer Adem Çiftçî beraet bibe.
Parezera malbata Yildirim Reyhan Yalçindag Baydemir jî anî ziman ku têkildarî buyerê lêpirsînek berfireh nayê meşandin û wiha got: "Dê gotin ku di bûyerê de 27 çekên cuda hatin teqandin. Li gel ku di bûyerê de ji 27 çekan gule hatiye reşandin, der barê leşkerekî de jî lêpirsîn nehat meşandin. Ji ber vê yekê lêpirsîn berfireh nehatiye peşandin.
Heyeta dadgehê piştî navberê xwest agahiyên dosyayê yên kêm bên temamkirin û parêzer parastinê bikin. Heyetê doz taloqî meha mijdarê kir.
Çîroka bûyerê
Di 28'ê Tîrmeha 2013'an de welatiyên Lice li Gundê Hezanê li dijî avakirina qereqolê çalakî pêk anîbûn. Di çalakiyê de leşkeran li ser welatiyan gule berandinbûn. Di êrîşa leşkeran a çekdarî de Medenî Yildirim hatibû qetilkirin. Li cihê bûyerê 317 boçikên guleyan hatibûn dîtin. Dozgerê Komarê yê li cihê bûyerê lêpirsîn dabû destPêkirin der barê dosyayê de biryara veşartina dosyayê dabû. Dozger piştî kuştina Medeni Yildırim 2 sal şûnde îdîaname amade kiribû. Dozger der barê kujer Amed Çîftçî yê 23 salî de bi sucdariya "Bi zanebûn mirov kuştiye" heta 18 salan ceza xwestibû. Dozger hetaniha 6 caran doz taloq kir û xwest delîl bên komkirin. lê hêj delîl berfrehî nehatine komkirin. Dîsa der barê Fermandaran de jî doz hatibû vekirin. Lê heta niha tu gav nehatin avêtin û dîsa doz taloqî Mijdarê kirin.
(mae)