Li Hatayê 4 kes hatin binçavkirin
HATAY (DÎHA) - Di serdegitinên malan ên li Kirikhaneyê de 4 kes hatin binçavkirin.
Polîsan bi ser malên li taxa Kamişlar a navçeya Kirikhan a Hatayê de giritin û 4 kes binçav kirin. Hat ragihandin ku welatiyên bi navê Y.B. û A.M. bi îdîaya "endamê rêxistinê ye" û welatiyên bi navê F.B. û M.H.T. yên li ser nifûsa Wanê qeydkirîne ji hinceta "alîkarî dane" hatine binçavkirin.
Welatiyên hatin binçavkirin birin Qereqola Cendirmeyan a Kirilhanê.
(mb)