Li ser îhtimala koçberiya ji Musilê amadekarî tê kirin
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Li bajarê Hewlêrê protokolek di navbera Iraq, NY û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo alîkariya mirovî ji penaberên Mûsilê re hat îmzekirin.
Operasyona rizgarkirina Mûsilê nêz dibe û hêjmara penaberên berê xwe didin herêmên bi ewle zêdetir dibe. Li gorî nûçeya RojNewsê li Hewlêrê protokolek di navbera Iraq, NY û hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo alîkariya mirovî ji penaberên Mûsilê re hat îmzekirin.
Piştî protokolê Wezîrê Koç û Penaberiyê yê Iraqê, Dr. Derbaz Mihemed di civînek çapemeniyê de li Hewlêrê ev agahî dan: “Wê di navbera Iraq, NY û hikûmeta Herêma Kurdistanê de kordîneyek sê salî were avakirin. Wê ji bo kesên ku ji Mûsilê penaber bin û werin, derfetên pêwîst were amadekirin.”
Dr. Derbaz Mihemed der barê amadekariyan de wiha axivî: “Li her parêzgehekî em ê tîmek sê kesî amade bikin. Ew tîm wê xebat û projeyên ji bo penaberan bimeşînin.”
Wezîrê Koç û Penabertiyê got ku hêj ne diyare wê çend hezar welatî penaber bibin û wiha axivî: “Em niha amadekariyên destpêkirina kampanya dikin. Em ê bixwe cihê penaber lê bicih bibin, diyar bikin. Heta niha 200 hezar malbatên penaber vegeriyane cihên xwe û ev jî karek wisa hêsan nîne. Em ji bo wê dixebitin ku tevahiya penaberên ku bajarên wan hatine rizgarkirin vegerin ser cih û warê xwe.”
Wezîr her wiha ji xelkê Mûsilê xwest ku heta ji wan bê, bajarê Mûsilê vala nekin.
Wezîrê Karên Hundir ê Herêma Kurdistanê Kerîm Sencarî jî di civîna ji çapemeniyê re axivî û got: “Me wek hikûmeta Herêma Kurdistanê tişta di hêza me de bû, ji penaberan re kir. Me alîkarî ji NY û hikûmeta Iraqê jî xwest.”
Sencarî dazanîn ku pereyên hikûmeta Iraqê ji bo penaberan destnîşan kiribû, gihişte Herêma Kurdistanê.
(sa)