DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Gora endamê HPG'ê hat xirakirin

 
13 Cotmeh
14:11 2016

MÊRDÎN (DÎHA) - Gora endamê HPG'ê Mehmet Kiran (Kurtay Faraşîn) ê ku li Dêrikê bû ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hat xirakirin. Malbata ku serî li ÎHD'ê da li Serdozgeriya Komarê serlêdana sûc kir.

Li navçeya Dêrika Mêrdînê ku "qedexeya derve" lê hatibû îlankirin, piştî OHAL'ê zozanên welatiyan û goristanên herêmê jî hatin qedexekirin. Bêyî ku biryarek fermî hebe, li Goristana Şêx Hesen a nêzî girtîgeha navçeyê ye polîsên tîmên taybet hatin bicihkirin û destû nayê dayîn welatî biçin ser goran.

Ligel destûr nayê dayîn ku welatî biçin goristanê, gora endamê HPG'ê Mehmet Kiran (Kurtay Faraşîn) jî ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hat xirakirin. Malbata Kiran ji bo alîkariya hiqûqî serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) da. Malbata Kirn piştî alîkariya hiqûqî girtin, derbarê berpirsyaran de li Serdozgeriya Komarê ya navçeyê serlêdana sûc kir.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN