DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

KJA'yê xwest darvekirina Sekaanvand bê rawestandin

13 Cotmeh
14:00 2016

AMED (DÎHA) - Kongreya Jinên Azad (KJA), xwest darvekirina Zeynep Sekanvand Lokran a bi hinceta hevserê xwe kuşt ji aliyê Rejîma Îranê ve rastî cezayê darvekirinê hat bê rawestandin.

Rejîma Îranê bi hinceta Zeynep Sekanvand Lokran di Sibata 2012'an de hevserê xwe kuşt avêtin zindanê û di cotmeha 2012'an de cezayê darvekirinê li Zeynep Sekanvand Lokran birîn. Hat ragihandin ku dê îro Lokran were darvekirin. Derbarê darvekirina Lokran de Kongreya Jinên Azad (KJA) yê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li aliyekê darvekirinên rejîma Îranê yên li hemberî girtiyên siyasî didome li aliyê din jî pêkanînên dijmirovî yên li hemberî jinan didomîne û ev tişt hatin gotin: "Jin rastî pêkanînên dijmirovî yên wekî recim, qirkirinan, cezayê girtîgehê yê heta hetayê û rûyê wan bi asîtê tê şewitandin. Zeynep Sekaanvand a 22 salî jî bi hinceta ku hevserê xwe yê li hemberî wê şîdet bi kar aniye kuştiye cezayê darvekirinê lê hatiye birîn û dibe ku bê darvekirin."

Di daxuyaniya ku derbarê Sekaanvand de agahî hatine dayîn de ev tişt hatin ragihandin: "Zeynep hîna di 17 saliya xwe de bû ji ber ku li hemberî hevserê xwe yê ku şîdet li wê dikir parastina cewherî pêk anî, cezayê darvekirinê lê hat birîn. Ev yek polîtîkayên hikûmeta Îranê ya li hemberî jinan dide xuyakirin. Biryara darvekirinê dibe ku îro were pêkanîn. Em bang li rayedarên hikûmetê dikin ku bila Zeynep Sekaanvand bi adilane ji nûve were darizandin. Beriya 2 salan jinan bi navê Reyhan Cabbarî ya 26 salî ji ber tecawîzkarê xwe kuştibû ji aliyê Rejîmê ve hat darvekirin."

KJA'yê di dawiya daxuyaniya xwe de ev tişt anîn ziman: "Polîtîkaya qetlîmaker a rejîma Îranê ya li hemberî jinan dide nîşandan ku pêwîstî bi têkoşîn û rêxistinbûyîna jinan heye. Em polîtîkayên rejîma Îranê yên li hemberî jinan şermezar dikin û divê demildest Îran dest ji van polîtîkayên xwe berde."

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN