Parêzeran li dijî îşkenceyê nerazîbûn nîşan dan
ENQERE (DÎHA) - Şaxa ÇHD'ê ya Enqereyê li hemberî îşkenceya ku gardiyanan li hempîşeyên wan parêzer Gunay Dag ê ku çûbû hevdîtina muwekîlê xwe nerazîbûn nîşan da.
Endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ê Enereyê û gelek parêzer ji bo piştgiriyê bidin hevalê xwe Gunay Dag ê ku ji bo hevdîtina muwekîlê xwe çûbû Girtîgeha Zarokan a Maltepeyê, dema ji vir derket bi fermana midûrê girtîgehê rastî îşkenceya gardiyanan hatibû daxuyanî dan. Parêzeran pankarta "Parêzer Gunay Dag netenê ye" vekirin diruşmên "Pêkûtî me bêzar nakin" "Rizgarî bi tena serê xwe nîne an bi hevre an qet yek ji me" berz kirin.
Serokê ÇHD'ê yê Murat Yilmaz axivî û anî ziman ku hevalên wan rastî îşkenceya ku serê wî li diwaran xistine, tiliyên wî şikandine û serê wî şikandine hatiye, ew ê pey vî bûyerê bernedin. Yilmaz xwest ku hemû hempîşeyên wan li dijî îşkenceyan dengê xwe bilind bikin û wiha got: "Ev tenê bangek nîne di heman demê de peywirek e jîb Roj roja têkoşîn û piştevaniyê ye."
Yilmaz xwest ku Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê û Baroya Stenbolê ku Gunay Dag endamê wan e xwedî lê derkevin, bêdeng nemînin.
(sa)