Ji bo nisêbîniyan tirşî çêkirin
13 Cotmeh
10:57
2016
MÊRDÎN (DÎHA) - Xebatkar û kursiyerên Mala Jinê ya Çîçek a Şaredariya Artukluyê ji bo piştevaniya nisêbîniyan vê carê jî tirşî amade kirin.
Xebatkar û kursiyerên Mala Jinê ya Çîçek a girêdayî Midûriyeta Xizmetên Malbat û Jinê ya Şaredariya Artukluyê ya Mêrdînê piştevaniya xwe ya ji bo welatiyên Nisêbînê didomîne. Kursiyer û xebatkarên jin ê şaredariyê li Mala Jinê ya Çîçekê ji bo gelê Nisêbînê 300 qutî tirşî çêkirin.
Xebatkarên Mala Jinê ya Çîçekê berê jî ji bo gelê Nisêbînê hezar qutî konserve amade kiribûn. Jinên suryan û ermen ên Mêrdînê jî li Mala Jinê ya Çîçekê ji bo Nisêbînê 5 hzar kuliçeyên Mêrdînê çêkiribûn.
(sa)