DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ji Sadr ji bo Erdogan: Ger leşkerên xwe venekişînî dê bên qewirandin

 
13 Cotmeh
09:50 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Serokê Tevgera Sadr Muqteda El Sad Erdogan hişyar kir û wiha got: "Leşkerên xwe ji Iraqê vekişîne yan em ê bi zorê wan ji xaka Iraqê biqewirînin."

Bertekên li hemberî hebûna hêzên Tirk a li ser axa Iraqê zêde dibin. li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê piştî Ebadî û hinek rayedarên din ên Iraqê vê carê Serokê Tevgera Sadr a Iraqê Muqteda El Sadr, Serokomarê Tirk Recep Tayip Erdogan hişyar kir.

Sadr diyar kir ku hebûna hêzên tirk mijarek ne rewa ye û wiha got: "Ya herî baş ewe ku Erdogan hêzên xwe bi awayekî bi hurmet ji Mûsilê derxîne yan ew ê werin qewirandin. Ey Erdogan! di serî de xwedê misilmanên li Tirkiyeyê ji zilm û gefên te biparêze. Paşê îdîa bike ku dixwazî misilmanên Iraqê biparêzî. Em wekî gelê Iraqê amade ne gelê Mûsilê biparêzin. Ger mebesta te ji misilmanan, DAIŞ be, ev yek nîşaneya piştgiriya te ya ji bo DAIŞ'ê ye. Bi vî awayî mafê me heye ku em gazincan ji te bikin."

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN