DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Hilweşandina Şirnexê dê meheke din bidome!

 
13 Cotmeh
09:36 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Hêzên dewletê bi mehan e tenê ji ber hilweşandinê qedexeya derketina derve berdewam dikin û li gor agahiyên hatine bidestxistin dê hilweşandin heya meheke din jî bidome.

Li Şirnexê qedexeya derketina derve 209 roj li pey xwe hiştin û piştî dawîbûna şerê li bajêr bi mehan e hilweşandin berdewam dike. Hilweşandina bi keçpeyên kar tê meşandin bi taybetî li taxên Dîcle, Bahçelîevler, Cumhuriyet, Gazîpaşa, Îsmetpaşa, Yeşîlyurt û Yenî pêk tê. Di hilweşandina van taxan de malên welatiyan ji sedê 70 hatine hilweşandin. Li gor agahiyên kesên ku li taxa Yenî hilweşadinê pêk tînin dê taxa Yenî bi temamî were hilweşandin û li gel taxên din jî dê hilweşandina li bajêr heya mehek din berdewam bike.

(kom/no/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN