DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Encu: Yên vîna gel nas neke em jî wan nas nakin

 
13 Cotmeh
09:34 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Parlemeneterê HDP'ê Ferhat Encu ku ji bo îfadeyê bide ji aliyê dozgeriyê ve 12 vexwendname jêre hatine şandin got ku dozgerê vîna gel nas neke HDP jî biryarên wan nas nake û tu caran naçin îfadeyê nadin.

Piştî rakirina destnedayîna parlemeneteran dozger û dadgerên tirk wekîlên HDP'ê xistine hedefa xwe. Yek ji van parlementeran jî Wekîlê HDP'ê yê Şirnex Ferhat Encu ye. Derbarê Encu de heya niha 17 fezleke hatine amadekirin û ji aliyê dozgeriyê ve 12 vexwendnameyên ku biçe îfade bidin jêre hatine şandin.

'Ev êrîş piştî 7 hezîranê destpê kirin'

Encu derbarê doz û êrîşên li hember HDP'ê de got ku êrîşan piştî hilbijartinên 7'ê hezîranê destpê kiriye û wiha axivî: "Piştî ku HDP'ê di encama hilbijartinên 7'ê hezîranê de benda sedî 10 derbas kir êrişên li hemberî HDP'ê destpê kir. Yek ji wan êrişan jî di 1'ê mijdarê de dubarekirina hilbijartinan bû. Ev jî tê wateya qebûlnekirina îradeya kurdan. Piştî ku îradeya kurdan û tevahî gelên din nehat naskirin, êriş û şerek gelemperî li hemberî wan hat destpêkirin. Lê gel her tiştî jî HDP'ê di 1'ê mijdarê de jî bend derbas kir. Dewletê xwe li vê serkeftinê ne girt û derbarê wekîlên HDP'ê de lêpirsîn dan destpêkirin."

'Em naçin îfadeyê nadin yên ku vîna gel nas nakin'

Encu bal kişand ser biryara dozgeriyê ya bi zorê birina îfadeyê û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ev biryar biryarekî siyasî ye. Ji ber vê yekê jî HDP'ê vê biryara ku îradeya gelê kurd nasnekirî, nas nekir û biryara neçûyîna îfadeyê girt."

Encu anî ziman ku ew jî weke wekîlek yê HDP'ê tevlî biryara ku partiya wan daye dibe û axaftina xwe wiha domand: "Em ê tu caran serî li hember dozger netewînin. Dixwazin me bi zorê bibin îfadeyê. Bila bên û me bi zorê bibin lê em tu carî li ser banga wan naçin û îfadeyê nadin."


Bûyerên dema Roboskî wek hincet tên nîşandan

Encu herî dawî bi lêv kir ku buyerên beriya 5 salan ji bo fezleke amadekirinê weke hincet dane nîşandan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Parvekirinên me yên derbarê herêmên berxwedanê de yên li ser medyaya civakî jî wek hincet hatine nîşandan. Hincetek din ya wan ku dixwazin ez ji ber îfadeyê bidim buyerek ku ji beriya 5 salan li Roboskiyê di navbera min û qeymeqam de rû dabûye. Di dema qetlîama Roboskiyê de qeymeqam hat her wekî tiştek nebûyî xwest di şîna me de rûne, me jî bertek nîşa da û pevçûn derket. Piştî 5 salan ango piştî ez bûm wekîl û şûnde, ev bûyer jî wekî hincet derdixin pêşiya me."

(kom/no/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN