DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

105 roj in ji Ceylanê winda agahî tuneye

 
13 Cotmeh
09:27 2016

MÊRDÎN (DÎHA) - Welatiyê bi navê Îhsam Ceylan ê li gundê Mahsertê wesayîta wî bi awayekî vala hat dîtin 105 roj in agahî nayê girtin. Serokê ÎHD'ê yê Mêrdînê Erdal Kuzu diyar kir ku rêbaza windakirinê ya salên 90'an careke din tê dîtin ev rewşekî bi fikar e.

Bavê 6 zarokan Îhsan Ceylan (36) ku li navçeya Mahsertê ya Mêrdîn û gundên wê nan difirot û debara xwe dikir, 105 rojin winda ye. Herî dawî li nêzî gundê Kovanli yê Mahsertê maşîna wî vala hat dîtin. Malbata Ceylan, li şaxa ÎHD'ê ya Mêrdîn gli kir û xwest Çeylan bê dîtin. Serokê şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê Erdal Kuzu, xwest rayedar ji bo dîtina Ceylan divê lêkolînek fireh bidin meşandin.

Kuzu, anî ziman ji bo dîtina Ceylan wan serî li Dozgeriya Komarê ya Mahsertê û Fermandariya Cendirmeyan a Nisêbînê daye û wiha got: "Me dîsa Wezîrê Karên Hundir jî agahdar kir. Li gel hemû serlêdanan, me hêj agahî negirtiye. Em nizanin çawa û çima hatiye windakirin. Dema mirov li jiyana wî binere navbera wî û tu kesan jî xera nebûye. Pirsgirêka wî û kesan bi hevre tune ye."

'Malbat di nava îşkenceyê dene'

Kuzu, da zanîn ku kesên Ceylan winda kirine ji ber ku malbatê agahdar kirine û malbat di nava lêgerîna ne diyar dene bi malbatê îşkence tê kirin û divê malbat der barê jiyana wî û aqûbeta wî de xwedî agahî be û wiha got: "Malbat xwedî mafin ku der barê Ceylan de bibin xwedî agahî. Windakirina bi zorê sûcê mirovahiyê ye. Windakirina salên 1990'an ku dîsa têkeve rojevê, fikarên me zêde dikin. Divê teqez daxwazên malbatê bên bersivandin û aqûbeta Ceylan ronî bibe."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN