DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Erdîşê dîrok li benda kefşbûnê ye

 
13 Cotmeh
09:26 2016

İDRİS YILMAZ

WAN(DÎHA)
-Paytextê Dewleta Ûrartûyan Arzaşkûn ê ku beriya zayînê bi 500 salî pêşî wek konfederasyona hin qebîleyan li Erdîşê hat avakirin û bi pêşnûmaya îzxareyî ya ewilîn hat çêkirin, niha li benda kefşbûnê ye.

Li Erdîşa Wanê, paytextê Dewleta Ûrartûyan Arzaşkûn ê ku beriya zayînê bi 500 salî, ji konfederasyona hin qebîleyên ku ji ber şerê di navbera Dewleta Hîtît û Hûrriyan de, koçî Asyaya Navîn û Qafqasyayê kirin pêk hat, niha li benda kefşbûyînê ye. Bajarê Arzaşkûn (Erdîş) ê ku li dijî êrîşên asûriyan pêdiviyên xwe yî parêzvaniyê baş tekûz nekiribûn û li ser Girê Zornakiyê di serdema xwe de bi awayekî herî modern hat avakirin û tê wateya Bajarê Aramûyê, her ku çiqas heta roja îro li dijî hêlanê li ber xwe dabe û gihaştibe roja îro jî, ji ber bê eleqetiyê û guhnedêriyê bi tunebûyînê re rû bi rû maye.

Arzaşkûn

Dewleta Ûrartûyê ya ku di dîrokê de ji heşt unsûrên etnîk û nêzî çil qebîleyî pêk dihat, li dijî êrîşên Asûrê yên zêdeyî 200 salan li ber xwe da, bi gelek qebîleyên Ûrûartî yên belawela, koçber ên li hev kombûn pêvajoya xwe yî dewletbûnê dabû destpêkirin. Ji aliyê dîroknasan tê îfadekirin ku yekemîn hikumdarê Ûrartûyan Aramû, bingeha Dewleta Ûrartûyan li ser Girê Zornakî (Zirnekol) yê paralelî peravên Gola Wanê yên aliyê bakur ve avêtiye. Hin dîroknas jî dibêjin ku, Federasyona Ûrartûyan, ji ber li dijî êrîşên Asûran di warê parêzvaniyê de pêdiviyên xwe baş bi rê ve nebiriye, li ser Girê Zornakiyê bajarê Arzaşkûnê (Erdîş) yê di serdema xwe de bajarê herî modern bûye û tê wateya Bajarê Aramûyê ava kiriye

Plana bajêr

Arzaşkûnê ku ji avahiyên du odeyî û li pêşiya wan hewş, kolan û kuçeyên dûz hatiye avakirin, wek bajarê bi plana îzxareyî yê kevn tê zanîn û her wiha bi mîmariya xwe yî modern dibe paytexta yekem a Ûrartûyan. Piştî bajar tê avakirin Qiral Aramû, ji bo çandinî pêş bike û ava vexwarinê li gor pêdiviya bajêr xwe bide der, li îstîqameta bakur bi saya qenalên ji çem û robaran avê hem dikşîne Deşta Erdîşê û hem jî dikşîne bajêr. Tê diyarkirin ji wan qenalên avê, şopa dudoyan jê hîn jî heye û yek jê li bakurê bajêr li Kiz Varvarayê ye. Piştî van pêşnûmayan Dewleta Ûrartûyan balê dikîne ser xwe û dibe hedefa êrîşên Asûriyan.

Arzaşkûnê ku di dîrokê de malxweyiya gelek şaristaniya kiriye û di warê qadên çandiniyê de mîrateyeke zêde ji Erdîşê re hiştiye, niha ev bajar ji ber guhnedêrî û bê eleqetiyê, bi tunebûn re rû bi rû maye. Arzaşkûnê ku mîrateyeke dîrokî ye, her çiqas binaxx bûbe jî, ji aliyê DÎHA’yê ve bi droneyê dîmenên wê hatin kişandin û cara ewil mîmariya bajêr derket holê. Wêne û dîmenên ku ji jorê hatin kişandin, avesaziya bajêr Araşkûnê ya muazam bi her awayî dide der.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN