DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Tora tîryakê ya Kadîfekaleyê vegotin

 
13 Cotmeh
09:24 2016

ÎZMÎR(DÎHA)- Li Kadîfekale û Çîmentepaya ku herî zêde kurd lê dijîn, gelek tiryakfiroş hene. Li gel her kes bi wan dizane jî, polîs qet mudaxileyî wan nakin. Z.P. û Ç.P. ên ku behsa firotina tiryakê kirin, anîn ziman ku polîs bi rişwetê xwe li bêdengî û nedîtiyê datînin.

Piştî DÎHA’yê di 5’ê îlonê de tevkariya firoşkarên tiryakê, JÎTEM û polîsên Muduriyeta Polîsan a Sûltanhîsara Aydinê deşîfre kir, vê carê şebekeyeke din jî li Îzmîrê derket holê. Li semtên wek Kadîfekale û Çîmentepe yên herî zêde kurd lê dijîn, ciwan ber bi bikaranîna tiryakê tên beralîkirin. Li gel ku cihê firotina tiryakê ji aliyê her kesî vê tê zanîn jî, lê polîs tu mudaxileyê nakin. Z.P. û Ç.P. yên behsa vê şebekeya tiryakê kirin dest nîşan kirin ku, polîs bi rişwetê li hemberî tiryarkfiroşan xwe li guhnedêrî û nedîtiyê datînin.

‘Li ber dibistanê hîn jî tê firotin’

Z.P. (19) a ku li Lîseya Keçan a Beştepelerê dema xwendekarê pola yekem bû dest bi tiryakê kiribû û ev 3 mehe e dev jê berdaye diyar kir ku, yekî bi bernavê ‘Ezo’ temenê wî li dor 30 wan e tiryakê tîne dibistanê. Z.P. anî ziman ku, Ezo tiryakê li ber dibistanê di navbera 10-20 TL’yî de difiroşe û got, wê jî ji wî kiriye.

'Polîs rişwetê digire’

Z.P. dest nîşan kir ku kesekî bi navê “Nîhat” li qehwexaneya li pêşberî rawestgeha dawî ya Çîmentepeyê heb, kokaîn, esrar û madeyeke tiryakê ya ku jê re dibêjin şekir li gel xwe digire û anî ziman ku, ev kes bi awayekî tomerî difiroşe tiryakfiroşan. Z.P. anî ziman ku, polîs ji firoşkaran rişwetê distîne û wiha axivî: “Ez bûm şahidê bûyereke bi vî rengî. Polîs bi wesayîteke sivîl a plakeya wê 35 bû, hat cem Nîhat. Di camê re xwe dirêj kir, ji Nîhat pere wergirt û çû. Pişt re Nîhat li taxê firotina tiryakê domand.”

‘Li qehwexaneyan tiryak tê firotin’

Z.P. diyar kir ku, li texma Buroya Venêrîna Serbestî ya Şîrînyerê û li Taxa Çûkûrê ya navçeya Tepecîkê tiryak tê firotin. Z.P. got, firoşkarekî bi navê ‘Tîmo’ li Taxa Kaynakê li rawestgeha dawî, firoşkarê bi navê Gorkem jî li Taxa Çîmentepeyê tiryakên bi navê krîstal, kokaîn û kevir difiroşe. Z.P. dest nîşan kir ku, firoşkarê bi navê Cemal jî, bi motorsikletê tiryaka bi navê ‘kevir’ tenê difiroşe kirîgerên taybet û li wan belav dike.

'Bila ciwanên kurd nekevin vê xafikê’

Z.P. dest nîşan kir ku, li gelek qehwexaneyan qumar tê lîstin û wiha got: “Di 29’ê îlonê dema em li dervayî qehwexaneyê rûniştîbûn, wesayîteke bi plakeya 81’ê hat ber qehwexaneyê. Di camê de min bi çavê xwe dît ku Serdar (xwediyê qehwexaneyê) pere da polîsan.” Z.P. anî ziman ku, berê jî bi navê Engîn kesekî îddia ya qaçax dida lîstin û wiha axivî: “Polîs ji Engîn pere xwest. Got, ‘Tu yê ji min re cixareyê bikirî.’ Dema engîn got na, dikana wî girtin. Li ber çavê her kesî van tiştan dikin. Tiryak jiyana min tarûmar kir. Ji ber wê ez ji dibistanê qewirandim. Bila ciwanên kurd nekevin vê xafikê, bila nêzî tiryakê nebin, dûr bisekinin.”

‘Polîs û firoşkarên tiryakê li heman kuçeyê ne’

Ciwanê bi navê Ç.P. (21) jî got, li Taxa Kadriyeyê firoşkarê bi navê Tamer Demîrtaş bi reçeteya jê re dibêjin Lîlîka heban dikire. Ç.P. ragihand ku kesên bi navê Metîn Bakir û Vedat Ayata ji Mêrdîn û Odemîşê tiryakê tînin û anî ziman ku, kuryerê wan jî kesê bi navê Azad e. Ç.P. diyar kir ku, firoşkar tiryakê yê bi navê Azad li kuçeyeke bin Qereqola Kadîfekaleyê kokaînê difiroşe û anî ziman ku, li gel ku polîs tim li taxê digerin jî, mudaxileyî wan nakin.

‘Kokaîn di ser Îranê re tê’

Ç.P. dest nîşan kir ku, kesê bi navê Azîz Yuksek kokaînê tîne taxê û got, kokaînê bi komeke ji 10 kesî pêk tê di ser Îranê re tîne. Ç.P. diyar kir ku, kesê bi navê Muslum Kaygisiz jî li Kadîfekaleyê li qahwexaneyan kokaînê difiroşe û got, firotina koakînê jî bi komeke ji 8 kesî pêk tê û bi wesayîtan difiroşin.

‘Em şebekeya tiryakê teşhîr bikin’

Ç.P. dest nîşan kir ku, tiştên ku wî vegotina bi xwe ew bûye şahidên hemûya û wiha axivî: “Şebekeya ku polîs û firoşkarên tiryakê çêkirine, hedefa wan tenê ciwanên kurd e. Dema em hay ji vêna çêbûn, me xwe ji tiryakê xelas kir. Divê êdî ciwanên kurd nekevin vê xafikê. Çimkî tiryak yek ji stûnê pêşnûmaya dewletê ya tunekirina kurda ye. Divê ciwanên kurd firoşkarên tiryakê teşhîr bikin.”

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN