'OHAL bi awayekî şênber rejîma serokatiyê xist meriyetê’
STENBOL (DÎHA) – Parlementera CHP’ê ya berê Melda Onûr anî ziman ku, OHAL pergala serokatiyê ya ku Serokomar Erdoganî daxwaz dikiriye bi awayekî şênber xist meriyetê û xwest lêgerîna demokrasiyê zêde bikin. Onûr da zanîn ku, ew ê di 23’yê cotmehê de hevdîtinên demokrasiyê pêk bînin.
Parlementera CHP’ê ya berê Melda Onûr, bûyerên bi OHAL’a ku piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê pêş ketin nirxand û dirêjkirina OHAL’ê rexne kir. Onûr anî ziman ku, divê di serî de CHP û bi giştî hemû muxalefeta civakî li dijî vê rewşê bertek nîşan bidin û derên.
Onûr dest nîşan kir ku, partiya îktîdar li gor pîvanên siyaseta normal tevnagere û wiha axivî: “Îktîdara siyasî, bi awayekî derhuqûqî pîvanên xwe disepîne. Partiyeke muxalefet bi tenê nikare li dijî vana derkeve û ev ne hêsan e. Dema meriv li her du partiyên muxalefetê yên din dinihêre, ji xwe yek li gel wan tevdigere. Li ser a din ji xwe zext û zorî hene. Ew jî, her çiqas xwest bibe partiyeke Tirkiyeyê , lê bi ser neket. Ji ber vê hemû ji CHP’ê re dimîne.”
'OHAL’ê anîn nîzama serokatiya fiîlî’
Onûr a ku behsa “pareparebûna” muxalefeta civakî kir wiha axivî: “Me got wî ruhê Geziyê, her hal ji ber me ew winda kir, di warê pesendkirinê de dengekî hevpar dernayê. Ji gelek milan ve êrîş tên, ji aliyekî ve çapemeniyê digirin. Gotin em operasyona ‘FETO’ oêk bînin, li berê xwe didin gelek mirovên tu eleqeya wan bi vê tune ye. Tu eleqaya KHK’yan ne bi OHAL’ê re û ne jî ‘rêxistinên terorî’ yên ku ew dihejmirên re tune ye. Gelek biryarnameyan derdixin. Niha bi qasî ku em fêm dikin OHAL, pergala serokatiyê ya ku Serdoganî wê arzû dike bi awayekî fiîlî xist meriyetê. OHAL’ê anîn nîzama serokatiyeke fiîlî. Niha li welatekî bi pîvanên ku wî diyar kiriye, bi rê ve dibe.” Onûr gotina Erdoganî ya ‘Gelek zagonên ku me nikaribû di meclîsê re derbas bike, me bi KHK’yan derbas kir’ bi bîr xist û wiha got: “Ev mikurhatin e. OHAL, nîzama serokatiyê ya ku dihat daxwazkirin bi xwe ye. Hem jî halê wê yî herî mûazam e.”
'CHP biryara komî nastîne’
Onûr bal kişand ser “Tezkereya şerî” ya ku di meclîsê re hat derbaskirin û têkildarî hin parlementerên CHP’î yên tezkere “erê kirin” wiha axivî: “CHP carinan erê dike, carinan jî li dij dertê, lê bi giştî di nav CHP’ê de tiştekî yekpare xwe nade der. CHP biryareke partiyî nastîne, serbest tê hiştin. Gelek parlementerê wê hene ku li dijî tezekereyê derketin. Ji ber dengdayîna tezkereyê bi awayekî vekirî nayê kirin, em nabînin kî daye an nedaye.”
'Qeyûm sepandina OHAL’ê ye’
Onûr anî ziman ku, CHP li dijî tayînkirina qeyûman a şaredariyên DBP’ê aşkere bertekên xwe anîne ziman û wiha axivî: “Axaftina Selîn Sayek Boke tê bîra min. Wiha gotibû: ‘Heke dê ji rêxistina terorî qeyûm bê tayînkirin, divê pêşî hûn tayînî aşredariyên xwe bikin.’ Pir zelal bû, lê mesele eve Şaredarek dikare sûcekî bike, belê dikare bike, lê qeyûm tiştekî din e. Di encamê de dê ew kes ji kar bê girtin û li wir meclîseke şaredariyê heye, alîgirên şaredar hene, dê ev li şûna wî bi cih bibin û bidomînin. Hukûk vê divê. Lê camêra, ji ber ekîba wir jî naecibîne bi awayekî giştî hemûyan dûr dixe. Ev bi awayekî aşkere huqûqa OHAL’ê ye.”
'Ji bo bekaya xwe mase qeliband’
Onûr der barê bidawîbûna pêvajoya aşitiyê de jî wiha axivî: “A rast, tişta ku ji welat tiştekî tenduristiyane be, ji bo îktîdarê bereksa wê ye. Ji bo partiya îktîdarê tişta tenduristiyane jî, ji bo welat bereksa wê ye, lê ji bo bekaya xwe qelibandina maseyê tercîh kir.”
'Divê em lêgerîna demokrasiyê berfirehtir bikin’
Onûr a ku got, “Divê em pêşî demokrasyi bidin ber xwe” wiha axivî: “Fikra çêkirina eniya demokrasiyê pir xweş bû. Li ser wê xetê gelek civîn, platform tên lidarxistin. Em difikirin ku di 23’yê cotmehê de hevdîtineke demokrasiyê li dar bixin. Platforma Demokrasyê heye. Derketina vana hemûyan, tê wateya berfirehkirina lêgerîn û xwedî derketina li demokrasiyê.”
(red)