DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Hezexî: Em ê canê xwe bidin, lê xaniyên xwe nadin

 
13 Cotmeh
09:20 2016

ZOZAN FENDÎK

ŞIRNEX (DÎHA)
- Hezexiyan li dijî hilweşandina malan a ji liyê hêzên dewletê ve pêk tê nerazîbûnên xwe dan der û wiha gotin:"Hêzên dewletê malan bi ser me de hilweşînın jî, em ji malên xwe dernakevin."

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê, di dema qedexeya derketina derve de bi hezaran mal ji aliyên hêzên dewletê ve hatibûn hilweşandin. Ji welatiyan gelek jê, bi derfetên xwe malên xwe ji nû ve ava kirin. Hin mal jî li ber çêkirinê ne. Gelê Hezexê piştî qedexeyê ji bo ku biryara hilweşandinê raweste, serî li Wezareta Karên Hundir û Wezareta Bajar û Hewîrdorê dabûn. Lê heta niha tu bersiv ji bo serlêdana wan nehatiye dayîn. Li gel vê, rayedarên dewletê rayedarên dewletê biryar dane ku taxa Turgut Ozal û Yeniyê bi temamî xera bikin. Şêniyên taxa Turgut Ozal û Yeniyê li dijî vê biryara dewletê bertek nîşan dan û diyar kirin ku ew ê canê xwe bidin, lê xaniyên xwe bi destê dewletê nadin xera kirin.

'Zilma ku li kurdan tê kirin, li tu derê cihanê nayê kirin'

Dayika Behiye Saçan a ku bi derfetên û di şertên zehmet de mala xwe komî ser hev kîrî da zanîn ku, di çêkirina xanî de wê û kurên xwe gelek zehmetî dîtine û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Bi salan e kurên min di karê înşaatê de dixebitin, ji bo ku malekê ji zarokên xwe re çêbikin. Niha jî hêzên dewletê tên keda me ya salan hildiweşînin. Ev zilma ku li kurdan tê kirin, li tu derên cîhanê nayê kirin."

'Em ê li dijî zext û zora dewletê têbikoşin'

Saçan got ku, hêzên dewletê şev û roj wan gefan li wan dixwin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hêzên dewletê gelek caran bi wesayîtên zirxî tên ber deriyê mala me û dibêjin ku, 'heke hûn ji malên xwe dernekevin, em ê di nava 24 saetan de xanî bi ser we de hilweşînin.' Dewleta tirk li ser axa me zext û zordariyê li zarokên me dike. Lê bila bizanibin ku, em ê heta dawiyê li dijî zext û zora dewletê û AKP'ê tebikoşin."

'Ji ber ku tapoyên me tune ne, dewlet xaniyan xera dike'

Welatiyê bi navê Ehmet Genç jî da zanîn ku, armanca dewletê ew e ku malên hezexiyan xera bikin û li şûna wan TOKI'yan çêbikin û wiha domand: "Di qedexeyê de xaniyê min ji aliyê hêzên dewletê ve hat hilweşandin. Me bi derfetên xwe carek din mala xwe çêkir. Lê niha hêzên dewletê bi kepçeyan dixwazin malên me hilweşînin. Dema em dipirsin çima hûn xaniyên me hildiweşînin. Dibêjin, 'tapoyên xaniyên we nîn in, ev mal yên dewletê ne ew ê werin hilweşandin.’"

'Dewlet hem malan hildiweşîne, hem jî gefên kuştinê li me dixwe'

Genç anî ziman ku ger şêniyên taxê bibin yek, dê dewlet nikaribe malên wan hilweşîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "5 rojan carekê hêzên dewletê kepçeyan tînin taxê û malên gel hildiweşînin. Car car gel kom dibe û bertek nîşanê hilweşandinê didin. Hêzên dewletê hem malên me hildiweşîne, hem jî gefên kuştinê li me dixwe. Lê bila baş bizanibin ku, em ji gefên wan natirsin. Em ê li ber xwe bidin û qezenc bikin."

'Tenê rêyek me heye, ew jî berxwedan e'

Zehra Karakaş jî da zanîn ku ji ber ku hêzên dewletê bi tang û topan nikaribûye vîna wan bişkîne, niha xaniyên wan hildiweşîne û wiha domand: "Êdî bes e, vê zilma dewletê. Zivistan tê, niha xaniyên me hilweşîne, em ê çi bikin. Dewlet xanî bi ser min û zarokên min de hilweşîne jî, em ê ji mala xwe dernekevin. Tenê rêyek me heye, ew jî berxwedan e."

Ciwanê bi navê Botan Babat jî dest nîşan kir ku, piştî qedexeyê heyet hatin û xaniyên ku dê werin hilweşandin tespît kirine û wiha domand: "Piştî tespîta heyetê, hêzên dewletê xaniyên saxlem jî xera kirin. Daxwaza dewletê ew e ku bi hilweşandina xaniyan, gelê Hezexê careke din bidin koçberkirin. Hezexiyên ku ji ber tang û topên dewletê dest ji malên xwe bernedan, îjar dê ji ber hilweşandinê dest jê berdin?"

'Qey Niha jî xendek hene?'

Babat bertek nîşanê hilweşandina dewletê da û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewletê xendek ji xwe re kirin hincet û taxên me tar û mar kirin. Ma gelo niha jî xendek hene? Gelo ev bê edaletî tê qebûlkirin. Em qebûl nakin. Çibe bila bibe em ê li dijî kepçeyên dewletê têbikoşin."

(no/red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN