DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Delîl, ji mirovên dilmezin bû’

 
13 Cotmeh
09:15 2016

RIHA (DÎHA) – Songul Şeran, dayika şervanê YPG’ê Seyît Riza Şeran (Delîl) ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê jiyana xwe ji dest da, wiha got: “Delîl zarokekî biçûk bû, lê ew ji wan mirovên dilmezin bû.”

Seyît Riza Şeran (Delîl) ê 16 salî yê ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê tevî hevalê xwe Cegerxwîn Akdenîz, dema li hucreyekê dihatin girtin, ji ber şewata 28’ê îlonê bi îdiaya “Fetisandina duxanê” jiyana xwe ji dest dabû. Dayika Şeran, Songul Şeran behsa kurê xwe û jiyana wî kir.

'Kurê min zarokekî mêrxas bû’

Şeran diyar kir ku, ji ber hevjînê wê jî di girtîgehê de ye, wê ji kurê xwe re dê û bavîtî tevde dikir û got, ji ber kurê wê ‘hezkiriyê azadiyê bû’ tevlî hevrêyên xwe bûye û têkoşiyaye. Şeran da zanîn ku, dema dijminê hemû mirovahiyê DAIŞ’ê ji bo dagirkirina Kobaniyê êrîşî bajêr dikir, kurê wê Delîl jî berê xwe daye Kobaniyê û ji bo gelê xwe, xaka xwe şer kiriye û wiha got: “Kurê min zarokekî mêrxas bû.” Şeran diyar kir ku, piştî rizgarkirina Kobaniyê wan demekê tu agahî ji kurê xwe wernegirtine û got, dawiyê wan bihîstiye ku kurê wan li Qilebana Şirnexê hatiye girtin.

'Yekî ku dizanibû bextewariyê biafirîne û bextewar bibe’

Songul Şeran a ku girêk ketin qirika wê wiha got: “Delîl zarokekî pir henûn û bîrbir bû. Ji gerê pri hez dikir, tim digeriya. Lê ji ber bavê wî di girtîgehê de bû, biçûna kuderê kar ji xwe re didît û xebat ji xwe re wek berpirsiyariyekê didît.” Şeran anî ziman ku, şert û şirût çi bûnan, li kuderê bûna jî kurê wê dizanibû dê bextewariyê biafirîne û bextewar bibe.

'Heval, hevrê û rênîşa bû’

Şeran da zanîn ku, Delîl ji hevaltiyê hez dikir û diyar kir ku, heman hevaltî bi dê û bavê xwe re jî dikir. Şeran ragihand ku, kurê wê her tim jê re digot, “Naxwazim tucarî li pêyî min bigirî.” Şeran diyar kir ku, Delîl navê dê û bavê xwe li bedena xwe nivîsandibû û bi vî awayî hezkirina wan bi xwe re vediguhast.

Şeran da zanîn ku, kurê tevî hevalên xwe jiyaneke hevpar ava kiribû û wiha axivî: “Hevlatiyeke wî ya pir xweşik hebû. Ji bo hevalê xwe dikaribû canê xwe bide, tu tişt tune bû ku ji bo wan neke. Her tiştê xwe bi wan re parve dikir. Dostaniya wî ya bi hevalên xwe re, dostaniyeke rêgeiyî bû. Her tim yekî mînak bû, ji hevalên xwe re pêşengtî dikir û rê nîşanî wan dida.”

'Amade bû ku ji bo gelê xwe canê xwe bide’

Şeran a ku kurê xwe wek "Yekî wêrek, dîlawer û mêrxas” tarîf kir got, Delîl amade bû ku ji bo têkoşîna gelê xwe canê xwe bide û wiha axivî: “Delîl ew zarok bû ku, zaf ji gelê xwe hez dikir. Amade bû ku, ji bo gelê xwe canê xwe bide. Delîl hîn zarok bû, hîn biçûk bû, lê ji wan mirovên dilmezin bû.”

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN