DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojev

ROJEVA 13'ê COTMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

13 Cotmeh
09:01 2016

* Navenda Çanda Jiyanê ya Rojîn a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, jin ji bo pîşeya dîrokê û çandî merş ango berik winda nebin, di kargeriyê de ji nûve çêdikin û vê çandê zindî dikin. Jin van merş û berikên çêdikin li gelek bajarên cuda difiroşin.

* Welatiyên ku pêşangeha wênekeş Mehmet Ozer a ji bo bîranîna 101 şehîdên aştiyê yên di Qatlîama Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan vekir, ziyaret kirin anîn ziman ku dema ku tê gotin dewlet parastina ewlehiya gel tê hişê mirov lê dewletên sedsala 21'emîn dewletên qatlîamker in.

* 10 zarokên bûn şahidên şerê sûrê û êrîşêh hêzên dewletê, li taxên qedexe wêne kişandin. Zarokên wêne kişandin dê wêneyên xwe di 4'emîn Rojên Weneyan a Navneteweyî de bidin pêşandan.

* Li bajarê Hûanghayê yê Çînê li goristanekê, di hundirê qabên 2 hezar saliyî de 6 jê aîdî mirovên gihaştî, 107 jê aîdî zarokan bi giştî 113 bermayiyên mirovan hatin dîtin.

* Songul Şeran, dayika şervanê YPG’ê Seyît Riza Şeran (Delîl) ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê jiyana xwe ji dest da, wiha got: “Delîl zarokekî biçûk bû, lê ew ji wan mirovên dilmezin bû.”

* Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadîr Bagdû yê ku 2 sal berê li Edeneyê hat qetilkirin, hîn jî kiryarên wî nehatine dîtin. Malbata Bagdû û parêzerên wî xwestin kiryarên diyarkirî bên darizandin.

* Hevberdevka TÛHAD-FED’ê ya Dîlokê Încîl Selçûk diyar kir ku, heke li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê binpêkirina mafan raneweste, dê malbat li ber girtîgehê dest rojiya mirinê bikin.

* Hezexiyan li dijî hilweşandina malan a ji liyê hêzên dewletê ve pêk tê nerazîbûnên xwe dan der û wiha gotin:"Hêzên dewletê malan bi ser me de hilweşînın jî, em ji malên xwe dernakevin."

* Payxeta Dewleta Urartuyan, Arzaşkan a ku yekem plana izxareyê li navçeya Erdîşê beriya mîladê di hezar û 500'an de hatiye avakirin li benda keşfkirinê ye.

* Welatiyê bi navê Îhsam Ceylan ê li gundê Mahsertê wesayîta wî bi awayekî vala hat dîtin 105 roj in agahî nayê girtin. Serokê ÎHD'ê yê Mêrdînê Erdal Kuzu diyar kir ku rêbaza windakirinê ya salên 90'an careke din tê dîtin ev rewşekî bi fikar e.

* Li Kadîfekale û Çîmentepe ku welatiyên kurd gelek in tîryakfiroş ligel ku ji aliyê hemû kesan ve tên nasîn jî mudaxale nayê kirin. Z.P û Ç.P. ên ku tora tîryakê ya li herdu semtan vegotin diyar kirin ku polîs ruweştê digere û bêdeng dimîne.

*Hêzên dewletê ev bi mehan e tenê ji ber hilweşandinê qedexeya derketina derve berdewam dikin û li gor agahiyên hatine bidestxistin dê hilweşandin heya meheke din jî bidome.

* Komeleya Nivîskarên Kurd dê ji bo 4'emîn pêşbirka helbestan a ji bo Helbestkar Arjen Arî pêk bînin li Navenda Çanda Cegerxwin daxuyaniyê bidin. (11.00)

* Dê rûniştina doza rojnameger Ayşe Batumlu ku piştgirî da Rojnameya Ozgur Gundemê li 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)

* Rêxistinên TTB û SES'ê yên ku bi biryara KHK'ê ji kar hat dûrxistin, dê kampanya "Xizmetkarên Tenduristiyê ji bo kedê têm cem hev" li Fauklteya Tipê ya Cerrahpaşa bi daxuyaniya çapemeniyê aşkere bikin. (12.30) BI DÎMEN E

* Jinên endamên Egîtîm Sen'ê ne ji bo şermezarkirina kardurxistinê bibêjin "dest nede mamosteyê min" li ber Cevahîr AVM a Şîşliya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00) BI DÎMEN E

* Rêxistina DBP'ê ya Amedê ji bo şermezarkirina binçavkirina siyasetmedarên kurd dê li ber avahiya DBP'ê ya Emadê çalakiya rûniştinê pêk bîne. (17.00)

* Dê têkîldarî rewşa parêzer Gunay Dogan ê ku li girtîgehê rastî êrîşê hat li ber Edliyeya Enqereyê daxuyanî bê dayîn. (12.00)

POLÎTÎKA

* Parlementera CHP’ê ya berê Melda Onûr anî ziman ku, OHAL pergala serokatiyê ya ku Serokomar Erdoganî arzû dikir bi awayekî fiîlî xist meriyetê û li dijî polîtîkayên AKP’ê banga berfirehkirina lêgerînên demokrasiyê kir. Her wiha Onûr da zanîn ku, ew ê di 23’yê cotmehê de hevdîtinên demokrasiyê li dar bixin.

* Wekîlê HDP'ê Ferhat Encu anî ziman ku derheqê wî de 12 vexwendina îfadeyê heye û got dozgera ku îradeya gel nasnekeriye HDP jî biryarên wan nasnake û tu caran naçin îfadeyê. BI DÎMEN E

EKOLOJÎ

* Li Çewlîka Furmayê Bozkoy a Karaburunê li hemberî sîstema heyî wekî alternatîf jiyanekî kolektîf tê înşakirin.

* Li Sîlîfkeya Mêrsînê Fabrîkaya Çîmentoyê ya Medcemê ya ji aliyê Eren Holdîngê ve hat avakirin, jehrê dipeşikîne hawirdorê.

*JÎNGEHA KEDÊ

* KESK di serê de ji bo endamên xwe û ji bo kedkarên cemaweriyê yên ji kar hatine durxistin û avatin ji bo vegerin li ser karê xwe dê di 15'ê Cotmehê de li Qada Kolejê mîtînê li dar bixin.

* Li Mêrsînê karkerên ku li qaseyên qamyonan li ser dilê hev tên îstifkirin û ji bo baxçeyên nariciyeyan tên veguhastin, bi 50 TL’yî rojê 12 saetan tên xebitandin. Karkerê bi navê Ercan Adsiz wiha got: “Li derve bi hezaran mirov bê kar in, heke me ji vê derê bavêjin, tu pîşeyeke me ku em bikin tune ye. Ji ber vê, ji bo em jiyana xwe îdame bikin em mecbûr in bixebitin.”



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN