Li Şemzînanê 3 kes serbest hatin berdan
COLEMÊRG (DÎHA) – Li Şemzînanê 3 endamên HDP’ê yên serê sibê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê, Hevserokê navçeyê yê HDP’ê Cabbar Taş, endam û rêvebirên HDP’ê Şukru Ogûl û Ahmet Yucel ên di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin piştî karên li muduriyeta polîsan ew anîn edliyeyê. Her 3 kes jî piştî îfadeya li dozgeriyê serbest hatin berdan.
(gka/red)