DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Binçavkirina siyasetmedarên kurd hat şermezarkirin

 
12 Cotmeh
20:14 2016

STENBOL (DÎHA) - Rêxistinên HDP û HDK'ê yên Stenbolê, operasyona qirkirina siyasî ya li dijî endam û rêveberên HDP û DBP'ê yên li Kurdistanê li Qada Galatasarayê bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Stenbolê bi armanca operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî hevserokên HDP û DBP'ê yên Bajarên Kurdistanê li Qada Galatasarayê bi daxuyaniyekê şermezar kir. Endam û rêveberên rêxistinên demokratîk û partiyên siyasî di çalakiyê de pankarta "Operasyonên siyasî yên li dijî partiyên me dê nikaribe têkoşîna me asteng bike" vekirin û siloganên "Zext me bêzar nakin", "Bêdeng nebe dê dor were te jî" û "Binçavkirin û girtin nikarin me bêzar bikin" berz kirin. Di çalakiyê de Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Ufuk Gollu, diyar kir ku ew van binçavkirin û girtinan qebûl nakin û dê tu carî mafê xwe teslîm nekin.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN