Rojnamegeran dawî li çalakiya rûniştinê anî
AMED (DÎHA) - Rojnamegerên ku televizyon û radyoyên wan hatin girtin û 3 roj berê dest bi çalakiya rûniştinê kirin îro bi daxuyaniyekê dawî li çalakiya xwe anîn.
Rojnamegerên Amedê yên ku radyo û televîzyonên wan hatin girtin, bi boneya girtina radyo û televîzyonên şermezar bikin 3 roj berê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. 16 xebatkarên Jiyan TV, Van TV, ÎMC TV û Hayatın Sesî bi armanca girtina televîzyonan şermezar bike 3 roj berê li Cemiyeta Rojnamegeran a Guneydogu dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn. Rojnamegerên ku 3 roj berê dest bi çalakiyê kirin îro bi civîna çapemeniyê dawî li çalakiya xwe anîn. Hevserokê Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA) Hakki Boltan jî tev li daxuyaniyê bû û piştgirî da çalakiyê. Nuçegîhanê ÎMC TV Bekir Guneş diyar kir ku bi biryara KHK'ê re 12 televîzyon û 11 radyo hatin girtin û wiha got: "Ji bo em girtina van televîzyon û radyoyan şermezar bikin û em balê bikişînin ser girtina televîzyon û radyoyan me 3 roj berê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Nûnerê ÎMC tv yê Amed Faruk Balikçi jî anî ziman ku di dîroka Komarê êrîşa herî mezin li dijî rojnamegeran pêk tê. Balikçi anî ziman ku dê tu carî rastî di tariyê de nemînin û heta ku ew hebin dê rastî neyên tarîkirin.
Nûnerê Hayatın Sesî TV yê Amedê Cumhur Daş jî anî ziman ku anî ziman ku di van 3 rojan de dibistana kurdî hat girtin, OHAL 3 mehan hat dirêjkirin û li dijî siyasetmedarên kurd operasyon pêk hat û wiha got: "Heta ku em hebin dê rastî jî di tariyê de nemînin. Dibe ku îro em di rojên dijwar re derbas bibin. Lê rojên ronî li pêş me ne. "
Nûçegîhana Van TV ya Amed Hulya Emeç jî anî ziman ku ew dê çalakiyên xwe mezintir bikin û wiha got: "Me 3 rojan bi 16 kesan dest bi çalakiya rûniştinê kir. Hevalên em tenê nehiştin. Em bang li her kesî dikin ku bêtir em li hev xwedî derkevin. Em çiqas tekoşîna xwe mezin bikin em dê ew qas bi ser bikevin. Bila kes ne li bendê be ku em bêdeng bimînin. Em tu çar bêdeng nabin."
Herî dawî Hevserokê CRA'yê Hakki Boltan jî anî ziman ku bi girtina radyo û televîzyonan darbeya herî mezin li dijî çapemeniyê pêk hatiye û darbe dê bi ser nekeve.
Rojnamegeran bi silogana "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" bi dawî bû.
(mae)