DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Şirnexê pevçûn: Leşkerek mir û 2 leşker birîndar bûn

12 Cotmeh
17:14 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Di navbera leşkerên ku li herêma Besta a Şirnexê derktin operasyonê û endamên HPG'ê de pevçûn derket û di encamê de leşkerek mir û 2 leşker birîndar bûn.

Di navbera leşkerên ku li herêma Besta a Şirnexê derktin operasyonê û endamên HPG'ê de pevçûn derket. Li gorî agahiyên ku hatine bidest xistin di pevçûnan de leşkerek miriye û 2 leşker jî birîndar bûne û leşkerê birîndar ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneya Dewletê a Şirnexê. Cenazeyê leşkerên mirîne jî li morga nexweşxaneyê tên girtin.

Piştî pevçûnê li herêmê operasyon bi piştgiriya balefiran berdewam dike.

Li herêman ku pevçûn lê hat jiyîn beriya niha ji aliyê walîtiyê ve wekî "herêma qedexe" hatibû îlankirin.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN