Tuncel çû serdana rojnamegeran
AMED (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel çû serdana rojnamegerên ku ji ber şermezarkirina televîzyonan di çalakiya rûniştinê de ne.
Serdanên ji bo xebatkarên Jiyan TV, Van TV, ÎMC TV û Hayatin Sesî TV ên hatin girtin li Cemiyeta Rojnamegerên Başûrêrojhilat dane destpêkirin didome.Dİ nava rojê de Baroya Amedê, ÎHD a Amedê çûn serdana rojnamegeran. Piştî van serdanan Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel û Hevserokê Cemiyeta Rojnamegerên Azad Hakki Boltan jî çûn serdana rojnamegeran.
Tuncel û Boltan ji aliyê rojnamegerên di çalakiya rûniştinê de ne ve hatin pêşwazîkirin. Tuncel li vir axivî û got ku li hemberî çapemeniyê pêkûtî hene, çapemeniya muxalîf a ku dengê gelê gelek bi qîmet e.
Piştî nirxandina rojnamegeran serdan bi dawî bû.
(sa)