Guven: Operasyonên KCK'ê îro jî bi navên cuda didomin
ŞIRNEX (DÎHA) - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku bi parlementerên HDP'ê re li Silopiya gel ziyaret kir da zanîn ku operasyonên qirkirina siyasî yên 2009'an di bin navê KCK'ê de hatibûn destpêkirin û bi navên cuda berdewam dikin.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Parlamenterên HDP'ê Osman Baydemîr, Nîmettullah Erdogmuş, Leyla Bîrlîk û Ferhat Encu li navçeya Silopiya Şirnexê bi gel re hatin cem hev. Guven di civîna li avahiya HDP'ê ya navçeyê pêk hatî de bal kişand ser operasyonên dawî yên li hember gelê kurd û wiha axivî: "Êrîşên ku li dijî gelê kurd û siyasetmedarên kurd îro pêk tê ji mêj ve dest pê kirine. Me duh li hember van êrîşan li ber xwe da û îro jî em li ber xwe didin. Lê daxwaza me ew e ku pirsgirêk bi muzakereyan werin çareserkirin. Weke Ocalan jî gotî ger muzakere destpê bikin dê ev pirsgirêk di nava 6 mehan de çareser bibin."
'Serkeftinên mezin bi hevgirtinê pêk tên'
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Nîmetullah Erdogmuş jî diyar kir ku serkeftinên herî mezin bi hevgirtinê pêk hatine û ev tişt gotin: "Ji bo ku sibe tu kes poşman nebe divê îro tişta dikeve ser milê wan bike, hevgirtina xwe pêk bîne û sebir bike."
Herî dawî Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr jî got ku zilma îro tê kirin dê ji bo zilimkaran nebe kar û wiha axivî: "Di dîrokê de her dîktotor bûye xwediyê rûpelên qirêj. Nemrûdê îro jî dê bi kiryarên xwe re rû bi rû bimînin û hesabê bidin."
'Yên li hember me şer dikin ji bo faşîzmê xizmet dikin'
Baydemîr diyar kir ku ew têkoşîna yekitî û nasnameya xwe didin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ên ku li hember me şer dikin xizmeta faşîzmê dikin. Ni derew, dîle û xapandinê dixwazin desthilatdariya xwe berdewam bikin. Bila baş bizanin ku ketina wan dê him mezin him jî tund be.
Piştî axaftinan heyet çû serdana gelê navçeyê û hin taziyeyên ku li navçeyê hatîne dayîn.
(kom/no)