DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

3 rojnameger beraet kirin

 
12 Cotmeh
14:12 2016

AMED (DÎHA) - Rûniştina doza 3 rojnamegerên ku merasima Mahmut Bulak ê polisan qetilkir kirin nûçe û doz li wan hat vekirin hat dîtin. Heyeta dadgehê doza 3 rojnamegeran beraet kir.

Di 9'ê Sibatê de meş pêk hatibû û di meşê de polisan Mahmut Bulak ê 16 salî qetil kiribû. 3 rojnamegerên ku di merasima cenaze de wêne kişand û nuçeya merasima cenaze çêkirin. Rûniştina doza 3 rojnamegeran li 4'emin Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di runiştina dozêde Nûçegihanê berê yê Rojnameya Yeni Gun Îshak Talay, Nûçegîhanê Rojnameya Mucadele Orhan Yalçin û Midûrê Karê Nivîsan ê Rojnameya Guneydogu Ekspres Ercan Akar û parêzerên wan amade bûn. Piştî parêzeran parastin kir heyeta dadgehê der barê rojnamegeran de biryara bearetê da.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN