DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Endamên KESK'ê ji sê baskan ber bi Enqereyê ve dimeşin

 
12 Cotmeh
14:09 2016

ENQERE (DÎHA) - Di daxuyaniya ku ji aliyê Lijneya Rêvebir a KESK'ê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku xebatên wan ên ki bo mîtînga ku dê di 15'ê Cotmehê de li Meydana Kolejê bê pêkanîn didomin, ji bo tevlî mîtîngê bibin ji sê baskan ve endamên KESK'ê ber bi Enqereyê ve ketine rê.


Konfederesyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) derbarê mîtînga ku dê di 15'ê Cotmehê de li Enqereyê pêk bîne daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew ê bi şîata 'Em xwedî li kar û pêşeroja xwe derdikevin û dê van êrîşan jî dûrbixin' li Meydana Kolej a Enqereyê mîtîngekê li dardixin û ev tişt hatin gotin: "Ne tenê ji bo endamên me yên ji kar hatine dûrxistin ji bo em bibin dengê hemû kedkarên civakê yên ku rastî bêmafiyan tên derdivekîn rê."

Di daxuyaniya ku daxwazên "bila OHAL bê rakirin, KHK paşde bê kişandin, hemû kedkarên ku ji kar hatine dûrxistin û îhrackirin vegerin ser karê xwe, sererastkirinên ku ewlehiya kar dike hedef bê rakirin" hat kirin de ev tişt hatin gotin: "Ji bo mîtînga bê li darxistin hemû endamên KESK'ê ji Stenbol, Îzmîr, Wan-Amed bi sê beskan ber bi Enqereyê dest bi meşê kirine. Dê li cihên rawestgehan daxuyanî bên dayîn û di 15'ê Cothemê de li Enqereyê bin."


Derbarê meşa sê baskan de en agahî hatin dayîn;

* Baskê Meşa Stenbolê: Piştî pêşwaziya 13'ê Cotmehê ya li Kocaelî û Yalovayê û 14'ê Cotmehê de ji Bursayê dê daxuyanî bê dayîn û dê 15'ê Cotmehê sibeha Şemiyê li Enqereyê bin.

* Baskên Meşa Îzmîrê: Piştî daxuyaniya ku dê di 12'yê Cotmehê li Aydinê bê dayîn derbiketin rê. Dê di 13'ê Cotmehê li Îzmîr û Manîsayê, di 14'ê Cotmehê de li uşakê daxuyanî bên dayîn û dê di 15'ê Cotmehê de li enqereyê bin.

* Baskê Meşa Wan-Amed: Kesên ku bi du otobûsan di 12'e Cotmehê de ji Wanê derkevin dê li Bedlîs û Êlihê bên pêşwazîkirin û daxuyanî bê dayîn û piştre derbasî Amedê bibin. Baskê Wan-Amedê dê di 13'ê Cotmehê li Riha, Semsûr û Dîlokê, di 14'ê Cotmehê de li Hatay, Îskenderûn û Edeneyê daxuyanî bidin û dê di 15'ê Cotmehê de li Enqereyê bin.

Her wiha di daxuyaniyê de har ragihandin ku ji bilî vab baskên meşê dê di 14'ê Cotmehê de endamên wan ji çarperçeyên Tirkiyeyê ber bi Enqereyê ve bimeşn.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN