Zarokê di teqînê de birîndar bû dê were emelyat kirin
WAN (DÎHA) - Zarokê bi navê Hakan Ayvalik (10) ê ku duh li Geverê di teqîna bermahiya polîsan de bigiranî birîndar bû têpayîn ku dê bê emelyatkirin.
Duh li taxa Cumhuriyetê ya Geverê bermahiya polîsan teqiya û di teqînê de zarokê 10 salî Umut Ayvalik jiyana xwe ji dest da û 2 zarok jî bi giranî birîndar bûn. Zarokê bi navê Hakan Ayvalik (10) ê ku bi giranî birîndar bibû û sewqî Wanê hatibû kirin rewşa wî girane. Ayvalik ku li Navenda Tipê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê tê dermankirin dê îro bê emelyatkirin.
Bavê Ayvalik Ahmet Ayvalik diyar kir ku şîna wan heye hemû malbat di şînê de ne û wiha got: "Zarokan di zeviya vale de top dilîstin. Bi dengê teqînê re em hemû rabûn ser piyan. Em ber bi cihê dengê teqînê lê hat ve çûn û me dengê qêrîna zarokan bihîst. Me zarok girtin û birin nexweşxaneyê. Dema em gihiştin cihê bûyerê Umît jiyana xwe ji dest dabû û rewşa Hakan jî giran bû ji ber wê sewqî Wanê kirin. Rewş Hakan girane. Dê îro bê emelyatkirin û ji ber bandora teqînê rihên lingên wî pelixîne. Dibe ku bijîşk her du lingên wî jê bike."
(mb)