Mehmed Ûzûn û şerê estetîka kurd - HEVPEYVÎN
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Di 9’emîn salvegera wefata nivîskar û romanûsê kurd Mehmet Ûzûn de, nivîskar û rojnameger Medenî Ferho, der barê roman, romanûsî, estetîka kurdî û ya di berhemên Ûzûn de nirxandinên girîng kirin. Ferho diyar kir ku eger roman nikaribe bibê bersiva xwîna di şahdamarê civaka xwe de, wê nikaribe li hembarî inkarê, li hemberî tunekirinê berxwe bide û got: "Wê bikevê xefka hêzên serdest. Di romanên Mehmet Uzun de, biyografîk serketî ne, yê din, di aliyê tîpolojî de sentetîk in, ji realîteya Kurd dûr in. Dema em dêhnê xwe didine populerîteya Mehmet Uzun, medya tirk derdikevê pêşberî me."
Di 9’emîn salvegera wefata nivîskarê kurd Mehmet Ûzûn de, me bi nivîskar, romanûs û rojnameger Medenî Ferho re, di çarçoveyeke giştî bi awayekî pûxteyî derbarê roman, romanûsî, romana kurdî û divê romanê romanûsiya Ûzûn de axivî.
*Gelek kes romanê wek dengê tevahiya mirovaniyê bi nav dikin. Gelo çiqas bûye dengê mirovaniyê?
Gotinek şematîk e, ji dînamîzmê dûr e. Ev gotin, di çarçoveya çîrokên "nepenî" yên paşerojan de dikarê werê bikaranîn. Lê, ji bo romanê na!.. Di cîhana xemsar de, qîrêna J. Paul Sartre, ya "insan, li derî insaniyetê"ye, nebû dengê tevahiya mirovaniyê. Kesekî, bi dengekî melûl jî tevlî dengê wî nebû. Ev bexilî dewam dike. Îro, François Rabelais di nava me de dijî, gotinên wî, "ez evîndarê rastiya me, lê heta bi ber sêdara dardekirinê" têne dubarekirin. Ev gotin, li bejna nivîskarên nifş "pax monopolîa" tê.
Gotina “dengê tevahiya mirovahiyê” kontrolkirina “zemberekê” ye. Armanc dûrkirina ji mekan e.
*Di romanê nexasim ya kurdî de tu di çarçoveyeke çawa li têgeha “mekan” û “leheng” dinihêrî?
Ji bo nivîskarên kurd, mekan giring e û Kurdistan e. Kurdistan jî şer e. Ev şer, ji bo nivîskarên Kurd azmuneya herî mezin e. Kurdê mirov be, nikare ji şer bireve. Şerê li Kurdistanê, hebûn e, aîdiyat e, nasname ye. Mirov çalekî ye, exlaq jî berhemê çalekiya mirov e. Ev jî, bijartina “yan azadî, yan koletî” ye. Îrade nebe azadî nine. Îrade jî çalekî ye, hêza xwedî derketinê ye. Ji bo vê jî, ez lehengên romanan, bi giştî di aliyê artistic û aliyê diyalektîkê de dinirxînim.
*Arasteyî vê, bi kinayî terhê romana Ûzûn çî ye û romaneke çawa ye?
Di romanên Mehmet Uzun de, biyografîk serketî ne, yê din, di aliyê tîpolojî de sentetîk in, ji realîteya Kurd dûr in. Dema em dêhnê xwe didine populerîteya Mehmet Uzun, medya tirk derdikevê pêşberî me. Hebûna nasnameya romana kurd, piştî Haraketa Azadiya Kurd dest pê kir. Berî wê, hebûn “KIMIL” e. Hebûna di medya tirk de, “biqasî pîvana alîkarî û dûrbûna ji cavaka kurd heye”, hebûnek nişmî ye, bi tayê xef ve girêdayî ye.
*“Bi qasî pîvana alîkarî û dûrbûna ji civaka kurd heye”, tu vê hinekî din jî rave bikî?
Eger roman nikaribe bibê bersiva xwîna di şahdamarê civaka xwe de, wê nikaribe li hembarî inkarê, li hemberî tunekirinê berxwe bide. Wê bikevê xefka hêzên serdest. Hemberî ku roman, avakirina cîhaneke nû ye, metoda diyalektîka materialist şert e. Mirovên dibêjin, "roman awazek li hewayê" ye, fanatîk haraket dikin, lingê gotinê li hewa ye. Vêce, her nivîskar her roman, destîniya cografya xwe dijî û mecbur e vê destîniyê parvebike. Eger na be, ji xîşkê derdiketeve. Romannivîs, bi cografya xwe û di himbêza civaka xwe de dikare bibê hûner û bibe nefesa paşerojan.
*Di çarçoveya vê destîniya tu dest nîşan dikî de, romannivîsiya Ûzûn çiqasî karibûye cografya û civaka xwe hembêz bike û hunereke li gor deng û rengê vê xakê bide der?
Temenê pirtûkê ji ya nivîskar dirêjtir, di her demê de dibê nefesa nivîskar. Nivîskar, ji bo çend kesan na nivîse, yên ku bangî wan dike, ew kesên ku nivîskar dengê wan nakê ne. Ev jî nifşên paşerojan e.
Thomas Hobes dibêje, “em li cihekî dijîn”. Ev gotin ji bo nivîskarên Kurd pîvan e û kategoriya erê, na ye. Dema em, di romana Mehmet Uzun de, li cih û demê bipirsin, pirsgirêk derdikevê pêşberî me. Di nava demê de, bênderên metafizîk hene û wargeh cografya ye. Yanî cih-war, dem û metafîzîk... Civak û cografya ye. Her du hebûnek in, Kurdistan e... Heye û nîne!...
‘Şerek heye, şerê estetîkê ye’
Rastiya cografya û civakê, mistîsîzmê qebûl nake. Nexwasim cografya û civaka Kurdistanê, qetûlilleh!... Şerek heye, şerê estetîkê ye... Estetîk, delalî, rengînî, exlaq, disîplîn, zanebûn, kultur, ziman, dîrok, rêkûpêkî, maquliya civakê ye. Folklora Kurdî mînak e... Ew kûştin e. Di encama kuştina estetika Kurdan de û ne parastina estetîka kurdan de, "dilojarê" derketiye holê. Ev hawar e, qîrên e û hejandina textê Xweda ye... Bênder li erdê ye, dexl û ka, qesele û remedîlk ji hev ne hatine veqetandin; dema seradê jî derbas bûye, moxil gelekî hûr e, bila bêjing be, divê ew bênderê li bêjingê bixivin... Quncir, zîwan û ji ser birîna bi xencera her du aliyên wê tuj hatiye vekirin, neqandina kurmikan e.
‘Di roman Mehmet Uzun de, zengilê karwan ji dûr ve tê bihîstin’
Hêza ku nifşan ji ser rûerda cîhanê tune dike, kultur, nirx û pîroziyên wan gelan kafûkûn dike, di inkar û tunekurdan de pîkolê dike; li hemberî vê buxza mezin parastina Kurdan, parastina mirovaniyê ye. Haaa, vêce ew gotina ku dibêjin, roman dengê mirovaniyê ye, dive di sedsala bîstûyekê de bêjin “roman dengê kurdan e, parastina kurdan parastina mirovaniyê ye”. Trajediya Kurd, trajediya mirovaniyê ye, pêdivî li lîstik û lewitandina diyalektîkê nine… Di romanê de exlaqê rastiya civakê ye. Trajediya Kurd, azmuneya nivîskarên Kurd e. Roman avakirina cîhanek nû ye, ahenga paşerojan ne; di ziman de, di hunandina bûyeran de, di pîskolojiya mirovan de destnîşankirina nexşeyek nû ye. Di romana Mehmet Uzun de, zengilê karwan ji dûr ve tê bihîstin, lê di maceraya Kurd de , di cih û mekanê Kurdistanê de nine. Lîstikên teatralî ji rastiya Kurd dûr in.
‘Nivîskarî nêrîn e, aqilîiyet e, pratîk e!...’
Nivîskar nikare, pêr ji doh, doh ji îro, îro ji sibe qut bike. Dem, "doh û îro" neynika dîrokê ye: Lê tenê ayîneya rûdanê ne bes e, divê pişta neynikê, fulyona bi sir û razan dagirtî jî werê dîtin. Ev rastiya dîrokê ye. Rastiya dîrokê, rastiya romanê ye. Di romanê de gotinên veşartî hene, lê deng û awaza veşartî çênabe. Di demeke ku gelê Kurd di şerê azadiyê de be, deng û awaza veşartî, reva ji rastiyê ye. Gotina "bêalîtî" jî felcbûna nivîskar e.
‘Li cihê ku azadî lê hatibe qedexe kirin" dibe melankolî, xefka li pêşiya nivskarên Kurd e’
Di vê çarçovê de romana Mehmed Uzun, ji rastiya cografya Kurdistanê dûr e. Belkî ne "qêl" be û ne kêmasî be... Amenna!.. Lê Fergîn Melik Aykoç, li ser lehengên romana Mehmet Uzun û lehengên romana Firat Cewerî romanek nivîsî ye. SIYA DEMA BORÎ!... Mînakek balkêş e, li cîhanê yek e... Nivîskar balê dikişîne ser "pax-monopolîa" nivskaran, giring e û divê "fanatîzm", "nostaljiya" li dîwana serdestan, kesî ne xirrîne. J. paul Srat re, vê rewşê bi gotina "xwedîderketina ne li xwe" bi nav dike. Fantazî, bi gotina Balzac, "li cihê ku azadî lê hatibe qedexe kirin" dibe melankolî, xefka li pêşiya nivskarên Kurd e.
*Têkildarî van gotinên, di avakirina pireke navbera duh îro de dema mirov li romana Ûzûn binihêre, ew pir pireke çawa ye û di vê pirê de stîleke çawa xwe da der?
Vêce: Dema di romanê de pêr û doh werê kuştin, sibe û dusibe dernakevê holê. Divê nivîskar zanibe, cîhan tenê li dora desthilatdar û hêzên gerdunî nazivîre; li dora hemû gelan dizîvire. Nivîskar mecbur e vê rastiyê bibîne, Mehmet Uzun, di ziman de rastî xemt kir, lê di nasnameya siyasî de zemt nekir, di romanên xwe de jî ev xet diyar nekir. Lewra qalibek derkete holê, ji stîlê dûr, lê di çerçoveya ku bêstîlî jî bibê stîl derxiste holê. Stîleke bê stîlî.. Di wateya dezgehê "sekih" de... Sekih, qalib e... Di şerê azadiyê de tê wateya derketina ji xîşka baweriyê...Sartre, vê rewşê bi gotina "mistîsîzma nerm" bi nav dike. Di encamê de davik û kemîn derdikevine pêşiya nivîskar.
Mehmet Uzun her dem digot, "çavkaniya min Ehmedê Xanî ye". Ev nêzîkatiya di estetîka Kurd de ye, ji "mîstisîzma nerm" dûr e, hebûnek e. Ev hebûn, di hemû demûdewaranan de, di hemû pêgihên metafizîk de, dibê cihê pîkola nivîskar. Ev xeta, determinîzma “guhertin jî şertê nebê nabê" ye.
Ehmedê Xanî, ligel nasnameya ziman, xwedî nasnameyek siyasî ye.
‘Rewaha meşa nivîskar di berhemên wî de xuya dike’
Vêce II: Mehmet Uzun, li doh pirsiye û xwestiye bigihê îro. Dîtiye û fêm kiriye, ku destîniya cografya Kurdistanê di doh de veşartî ye. Ev rast e!.. Lê di romanên Mehmet Uzun de, vegotinek dirêj û berfireh ya cografya Kurdistanê, ji stîla “Yaşar Kemal, hinekî qels û bê stîl” derbas nebûye. Di cîhanê de, her roman, pêşketinekê, cûdatiyekê û meşeke cûda derdixe. Rewaha meşa nivîskar di berhemên wî de xuya dike. Di tempoyeke ku xetên dijwar, reş û spî destnîşan nake xuya dike. Vê jî, ew ji nasnameya siyasî dûr hişt û romannivîsiya wî seqet kir.
‘Mehmet Uzun ne kete xefka ku bi zimanê dagirkeran binivîse; ev rekih şikand’
Ji ber vê jî, Mehmet Uzun ji xefka "mistîsîzma nerm" rizgar nabe; ji "şopên îro bi hêza hişmendiyê" ku Freud wek "gihiştina paşerojan" bi nav dike dûr dikevê. Ev kemasî, ji psîkolojiya gelên bindest tê. Mehmed Uzun, li derveyî welat cihek zemt kiribû, mafê wî bû û bi pênûsa xwe zemt kir... Helbet nivîskar jî berhemên xwe dikê bazarê û li riyên naskirin û reklamê digere. Normal e... Lê herî zêde, di bextê dagirkeran de rûnişt, bêhtir ligel bextê hişmendî û hewngiriya "red û inkarê" cih girt. Di vê dexaletê de, nasnameya siyasî di “araf”ê de hişt. Ewlebûna li bextê inkarê, ticarî, bi gotina "bêalîtî'yê naye şîrove kirin û qebûl kirin. Medya hêzên serdest jî çavkaniya davikan e... Mixabin, Mehmet Uzun di vê mijarê de bû dabaşa nîqaşan. Helbet vê rewşê bandor li nivîskariya wî jî kir. Dîse jî Mehmet Uzun ne kete xefka ku bi zimanê dagirkeran binivîse; ev rekih şikand.
*Şikandina vê rekihê dê bi xwe re çi bîne?
Şikandina vê rekihê, du tiştan bi xwe re tine, yek serxwebûn e, dû, qinyata bi xwe ye… Ev jî, bi xetên qalind, destnîşan kirina nasnameyê ye. Ji bo nivîskarên gelên bindest, du nasname hene; yek siyasî ye, yek jî ziman e… Yek, bê ya din nabe... Bi vê mebestê, min bal kişande ser nasnameyên Ehmedê Xanî. Ev giring e. Erê, ziman û mêjî têkildarî hev in û ji hev nayên cûda kirin. Têkiliyeke xurt û mezin di navbera wan de heye. Ziman vegotina mêjî ye, berdevk e. Mêjî jî, ji siyasetê bêpar nabe, li dijî diyalektîkê ye; siyaset nebe, ava kimyewî ya mêjî tevnagere... Mêjî zuwa ye!.. Her tevger, her xeyal, her bûyer, her roman, hunandin, leheng, bûyerên li dora leheng jî, ji siyasetê cûda nabin... Jiyan siyaset e... Roman, ligel vegotina pêşketina di kesayet de, pêşketina di civakê de ye. Her pêşketin parçeyek ji siyaseta rojane ye. Her ritma di folklora Kurdî de, mesajek e û ev mesaj bi estetîka civakê û tevgera rojane de xemilandî ye.
Nivîskarên Kurd, mecbur in her du nasnameyan di yek xelekê de bikin yek. Ji ber ku têkiliya teqîna çeka li Bagokê, bikaranîna bombeya mîsket li Xerza, têkildarî berhemê nivîskar û hunermendên li Ewropa ye.
‘Pirraniya nivîskarên Kurd, naxwazin rastiya ku "zanist û huner" jiyan e, fêm bikin’
Mehmet Uzun, “hêzên biyanî, li welatekî bênav-biyanî êrîşî xelkê dikin". Li vir, dem, cih û metafîzîk ji hev qut e. Kes û civaka ji çalekî û tevgerê dûr, wek ava di cirnikan de raweste û di nava demê de genî bibe. Destîniya cografya Kurdistanê, bêguman bandorê li romana kurdî jî dike. Pirraniya nivîskarên Kurd, naxwazin rastiya ku "zanist û huner" jiyan e, fêm bikin. Li Kurdistanê zanist hatiye kuştin, huner jî hatiye tunekirin. Ev tunekirina estetîka Kurd e. Şerê estetîka Kurd jî, bi germî û dijwarî li ser milê nivîskaran e.
Mehmet Uzun, bi lingekî seqet kete vî şerî, ji bo serketina di şerê estetîkê de, divê her du lingên nivîskar pêl erdê bikin.
(red)